Trump: Em bi cidî bijardeya vekişîna ji NATOyê dinirxînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê gefa vekişîna ji NATOyê dixwe; hevpeymaniyê wekî "pilingekî kaxezî" binav dike û rexneyên tund li hêza deryayî ya Brîtanyayê girt.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 1ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ji bo rojnameya "Telegraph" a Brîtanî ragihand, ew bi rengekî cidî li ser vekişîna ji Hevpeymaniya Atlastîka Bakur (NATO) difikire.
Serokê Amerîkayê destnîşan kir, sedema sereke ya vê bîrokeyê, ji bo wê yekê vedigere ku hevpeymaniya serbazî di tevlîbûna şerê welatê wan ê li dijî Îranê de biser neket.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Trump diyar kir ku Hevpeymaniya Atlastîka Bakur bûye "pilingekî kaxezî" û ti hêza wê nemaye.
Derbarê şiyana serbazî ya welatên endam de, Serokê Amerîkayê anî ziman ku ti hêzeke deryayî ya Brîtanyayê nîne û xwediyê keştiyeke firokehilgir e ku ti carî kar nake.
Hevpeymaniya Atlastîka Bakur (NATO) di sala 1949an de hatiye damezirandin û armanca wê ya sereke parastina ewlehiya welatên endam e. Donald Trump di dema serokatiya xwe ya yekem de jî gelek caran gefa vekişîna ji vê hevpeymaniyê xwaribû, eger welatên Ewropayê pişka xwe ya di budceya berevaniyê de zêde nekin.
Piştî destpêkirina şerê li Rojhilata Navîn û alozbûna peywendiyên di navbera Washington û Tehranê de, Amerîkayê li bendê bû ku hevpeymanên wê yên Ewropî piştgiriya wê ya zêdetir bikin. Bêalîbûna NATOyê di vê aloziyê de, careke din mijara mana Amerîkayê di nav hevpeymaniyê de xiste bin gumanê.
Ji aliyekî din ve, hêza deryayî ya Brîtanyayê di çend salên dawî de rûbirûyî gelek pirsgirêkên teknîkî bûye, bi taybetî di keştiyên firokehilgir ên mezin ên mîna keştiya "Queen Elizabeth" û "Prince of Wales" de. Ev yek bûye sedem ku şiyana serbazî ya deryayî ya wî welatî li ser asta navdewletî bibe armanca rexneyên tund û wekî xaleke qels were dîtin.