Ebbas Araghçî: Heta niha me tu danûstandin bi Amerîkayê re nekirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî ragihand, peywendiyên di navbera Îran û Amerîkayê de hîn negihîştine asta "danûstandinên rasterast" û di navbera her du welatan de tenê peyam hene. Araqçî herwiha tekez kir, Îran amade ye herî kêm 6 mehan li dijî her êrîşekê berevaniyê di asta herî bilind de bike.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî îro 1ê Nîsanê di hevpeyvîneke televizyonî de aşkere kir, peyamên Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff gihîştine wan û ev peyam di bin çavdêriya Encûmena Bilind a Asayîşa Niştimanî ya Îranê de tên nirxandin.

Araqçî got: "Danûstandin dema ku du welat rû bi rû rûdinin pêk tê. Lê niha tiştekî wisa tune ye. Ya ku diqewime tenê guhartina peyaman e, çi bi rengekî rasterast çi jî bi rêya welatên dost ên navçeyê." Araqçî destnîşan kir, heta niha ti danûstandinên fermî nehatine kirin û wan bersiva "plana 15 xalî" ya Amerîkayê jî nedaye.

Derbarê şerê li navçeyê û egera agirbestê de, Wezîrê Derve yê Îranê şertên welatê xwe wiha rêz kirin: "Şertên me diyar in. Em agirbestê tenê bi şertê rawestandina şer li tevahiya herêmê qebûl dikin, ne tenê ji bo Îranê. Her wiha divê garantî werin dayîn ku şer careke din dernakeve û divê ziyanên gelê Îranê werin qerebûkirin." 

Araqçî bal kişand ser hêza xwe ya serbazî û got: "Em amade ne herî kêm 6 mehan berevaniyê li welatê xwe bikin."

Ebbas Araqçî derbarê girtina Tengava Hurmizê de jî got ku ev tengav di nav avên Îran û Omanê de ye, ne di avên navdewletî de. Lewma parastina berjewendiyên van her du welatan li pêş e. Araqçî diyar kir: "Tengav niha tenê li rûyê wan keştiyan girtî ye ku bi me re di rewşa şer de ne. Ev di dema şer de mafekî xwezayî ye. Ji bo welatên din tengav vekirî ye, lê hin keştî ji ber mesrefên sîgorteyê yan tirsê bi xwe nayên."

Di dawiyê de, Araqçî tekez kir, hemû peywendiyên siyasî û ewlehiyê yên Îranê bi rengekî yekgirtî û di bin çavdêriya rasterast a Encûmena Bilind a Asayîşa Niştimanî de tên birêvebirin.