Mesrûr Barzanî gihîştina Iraqê bo Mondîala 2026an pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serkeftina Hilbijardeya Neteweyî ya Topapê ya Iraqê û gihîştina wê ya ji bo Kupa Cîhanê (Mondîal) ya 2026an pîroz kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 1ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyamek belav kir û tê de got: "Ez pîrozbahiyê li Hilbijardeya Neteweyî ya Topapê ya Iraqê dikim, bi boneya serkeftina wê ya ji bo Mondîala 2026an. Ez hêviya serkeftinê ji bo tevahiya werzişvan û lîstikvanên tîmê dixwazim."
Hilbijardeya Neteweyî ya Topapê ya Iraqê bi encama (2 – 1) li hemberî Hilbijardeya Bolîvyayê bi ser ket. Bi vê encamê, Iraqê bi fermî bilêta gihîştina Mondîala 2026an bi dest xist.
Ev destkeft ji bo futbolê Îraqê wekî serkeftineke dîrokî tê nirxandin, ji ber ku Îraq piştî 40 salan cara yekem e ku daxwaza xwe ya gihîştina fînalên Kupa Cîhanê pêk tîne. Cara dawî Îraq di sala 1986an de beşdarî lîstikên Mondîalê bibû.
Kupa Cîhanê ya 2026an (Mondîal 2026) biryar e li her sê welatên parzemîna Amerîkayê; Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Kanada û Meksîkayê bi hevbeşî were lidarxistin.