Kargeheke rejûyê li Xelîfanê bi dronê hat wêrankirin

Xelîfan
Xelîfan

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand ku, dronek li ser kargeheke çêkirina rejûyê li sînorê bajarkê Xelîfanê hat pûçkirin; zirarên madî hebûn lê çi zirarên canî jê çê nebûne.

Xwediyê kargehê Burhan Bileyî îro (Çarşem 1ê Nîsana 2026ê) ji Peyamnêrê Kurdistan24ê Bekir Silêman re got, "Ev zilmeke aşkere ye li beramberî me tê kirin. Em xelkekî bê arêşe ne û em tenê mijûlî kesp û karê xwe ne, da ku jiyara xwe dabîn bikin, lê em bi neheqî tên amanckirin."

Wî welatîyî herwesa amaje da wê yekê jî ku, wê kargehê derfetên kar ji bo heşt kesan peyda kiribûn û hemiyan feyde jê werdigirt, lê niha ew proje bi tevahî wêran bûye û çi şopên wê nemane. Herwesa got, "Li gorî texmînan, bi bihayê 60 heta 70 hezar dolaran zirarên madî gihîştine min."

Peyamnêrê Kurdistan24ê ron jî kir, “Şeva borî nêzîkî pênc dronan li asmanê sînorê qezaya Xelîfanê hatine dîtin; yek ji wan dronan ketiye ser kargeheke rejûyê li Dola Alanayê û bi wê sedemê bi tevahî herifiye.”

Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.