Perçeyên droneke xistî li ser kafeteryayeke Hewlêrê ketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqandina dronên xwekuj li asmanê Hewlêrê, perçeyên droneke xistî li taxa Îskanê ya li navenda bajêr ketin ser kafeteryayekê. Di bûyerê de ziyanên madî yên mezin çêbûn.
Peyamnêrê Kurdistan24ê da zanîn, şeva borî 1ê Nîsanê piştî xistina dronan ji aliyê sîstema berevaniyê ve, perçeyên dronekê li ser banê kafeteryayekê li taxa Îskanê ketine xwarê. Di encamê banê kafeteryayê, cam û kelûpelên hundirê kafeteryayê şiketin.
Xwediyê kafeteryayê derbarê bûyerê de ji Kurdistan24ê re got: "Me dengê teqîneke pir bihêz bihîst. Piştî wê me dît ku banê kafeteryayê û camên penceran li ser mîz û kursiyan de hilweşiyan."
Xwediyê kafeteryayê bal kişand ser wê yekê ku taxa Îskanê taxeke bi temamî sivîl e û ti bingeheke leşkerî yan ewlehiyê lê nîn e. Herwiha got ku ev bûyer bûye sedema tirs û diltengiyeke mezin di nav şêniyê taxê de, bi taybetî li cem jin û zarokan.
Piştî bûyerê, tîmên ewlehiyê demildest gihîştin taxa Îskanê û ji bo lêkolînkirina cureyê dronê û paqijkirina perçeyên mayî, dest bi xebatê kirin. Taxa Îskanê wekî yek ji taxên herî qerebalix û navendî yên Hewlêrê tê naskirin, ku bi kafeterya û cihên xwe yên geştiyarî navdar e.