Li Herêma Kurdistanê dabeşkirina sotemenî û xazê bi awayekî asayî berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî rageşî û aloziyên li Rojhilata Navîn ku bandorê li ser bihayê enerjiyê dikin, li Herêma Kurdistanê dabeşkirin û firotina sotemenî û xaza şil (LPG) li westgehan bi awayekî asayî berdewam dike.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Hewlêrê da zanîn, westgehên sotemeniyê bêyî ti qedexe yan sînordarkirin, xaza şil didin wan otomobîlên ku sîstema xazê (LPG) li ser wan hatine bicîhkirin. Tevî ku ji ber rewşa siyasî û serbazî ya navçeyê bihayê sotemeniyê hinekî bilind bûye, lê ti biryarek ji bo rawestandina firotina van berheman nîne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Samanên Siruştî ji bo rêgirtina li krîza xazê û parastina aramiya bazarê, çend pêngavên stratejîk avêtine. Ji bo ku xaza malan bi awayekî dadperwer bigihîje destê welatiyan, pergala dabeşkirinê bi rêya "karta elektronîk" tê birêvebirin.

Li gorî amaran, tenê bajarê Hewlêrê rojane pêdiviya wê bi nêzîkî 18 tankerên xazê heye ku ev jî dike 360 ton xaza şil. Hewldanên hikûmetê berdewam in da ku ev rêje bi rengekî cîgir bimîne û ti kêmasî di daxwaza navxweyî de çênebe.

Niha westgehên xaza şil li pêşiya şofêran vekirî ne û tevahiya pêvajoya dabînkirina xazê ji bo mal û otomobîlan di bin çavdêrî û plana hikûmetê de ye, da ku rê li ber her cure qeyranekê were girtin.