Neviyê Şêx Seîd: Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê, li dijî hemû Kurdan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Neviyê rêberê neteweyî yê Kurd Şêx Seîd û endamê Lijneya Rêveberiya Giştî ya Partiya Saadetê Sabir Firat, êrîşên dawî yên li ser Herêma Kurdistanê û serkirdatiyên Kurd bi tundî şermezar kirin. Firat diyar kir, ev êrîş bi armanca têkdana aramiya Kurdistanê têne kirin.
Sabir Firat îro 2ê Nîsanê ji Kurdistan24ê re bal kişand ser mezinahiya êrîşên ku li ser axa Herêma Kurdistanê pêk tên. Firat da zanîn ku di demên dawî de bi nêzîkî 600 mûşek û dronên xwekuj êrîş li dijî Başûrê Kurdistanê hatine kirin û ev yek wekî "neheqiyeke mezin" pênase kir.
Firat herwiha got: "Dema em lê dinêrin, em dibînin ku dixwazin azadî û xweşguzariya li Başûrê Kurdistanê jinav bibin. Dijmin naxwaze Kurd azad bin, naxwaze Kurd di nav rehetî û aştiyê de bijîn. Dixwazin jiyana Kurdan her dem di nav şer û aloziyan de be."
Neviyê Şêx Seîd, Sabir Firat, bi taybetî bombebarankirina mal û baregehên serkirdatiya Kurd şermezar kir û got: "Divê her kes bizanibe ku ev êrîş li dijî hemû miletê Kurd hatine kirin. Em vê yekê qebûl nakin û miletê Kurd jî ti carî vê bêrêziyê qebûl nake."
Di dawiya axaftina xwe de, Sabir Firat diyar kir ku ev êrîşên hov nîşan didin ku dijminên Kurdan ji destkeftiyên neteweyî yên li Başûrê Kurdistanê ditirsin, lewma pêwîst e Kurd li her çar parçeyan li dijî van êrîşan xwedî helwest bin.