Kobanê.. Welatiyên Çelebiyê li dijî destnîşankirina şaredar nerazîbûn nîşan dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Çelebiyê yê ser bi Kobanê ve, welatiyan li dijî biryara Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya destnîşankirina şaredarekî nû nerazîbûn nîşan dan. Hêzên ewlehiyê bi guleyan destêwerdana xwepêşanderan kirin.
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê şaredarekî nû ji bo bajarokê Çelebiyê destnîşan kir. Li ser vê yekê, bi dehan welatî li pêşiya avahiya şaredariyê kom bûn û nerazîbûneke tund nîşanî vê biryarê dan.
Xwepêşanderan diyar kir, ev tayînkirin li dijî peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî de ye ku li gorî peymanê divê şêniyê herêmê rêveberên xwe bi xwe hilbijêrin û herêmên xwe bi rê ve bibin, ne ku ji aliyê hikûmetê ve li ser wan were ferzkirin.
Li gorî çalakvanên Çelebiyê, Hêzên ewlekariya giştî yên ser bi Hikûmeta Demkî ve ji bo belavkirina xwepêşandanê, gule teqandin û rê nedan ku welatî çalakiya xwe berdewam bikin.
Her wiha hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê rê li ber rojnamevanan jî girtine û nehêştine ku nûnerên çapemeniyê bûyerê bişopînin.