Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike û dê çend pirsên darayî ligel hikûmeta federal nîqaş dike.
Endamê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Perlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî ji Kurdistan24ê re ragihand ku, şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê îro (Yekşem, 5ê Nîsana 2026ê) serdana Bexdayê bike.
Li gorî gotina wî parlamenterê PDKê, Wezîrê Derve û Cîgirê Serokwezîrê Îraqê Fuad Hisên dê serokatiya wê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.
Şêrwan Duberdanî li ser armanca wê serdanê jî got, “Ew şand dê ligel hikûmeta federal a Îraqê bicive û dê pê re çend pirsên darayî nîqaş bike.”
Ev jî di demekê de ye, tevî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî pabendiyên xwe yên destûrî bi cih anîne jî, lê hikûmeta Îraqê her meh bi hincetên cuda cuda mafên darayî yên xelkê Herêmê dereng dişîne û para budceya Herêma Kurdistanê jî di qanûn budceyê de dabîn nake.