Malbatên dîlgirtiyan li Qamişlo daketin qadan: 'Zarokên me li kû ne?'

Qamişlo (K24) – Bi dehan malbatên dîl û girtiyan li bajarê Qamişloyê xwepêşandanek lidar xistin. Malbat daxwaza aşkerekirina çarenivîsa zarokên xwe dikin û dibêjin ku ew ê heta berdana wan ji qadan venekişin.

Li Qamişlo, dayik û bavên ku bi salan an bi mehan e agahiyê ji zarokên xwe nagirin, bi hildana wêneyên wan li ser cadeyan meşiyan. Ev malbat diyar dikin ku piştî "Peymana 29ê Çileyê" ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de, diviyabû hemû girtî û dîlgirtî werin azadkirin, lê heta niha daxwazên wan nehatine cih.

Leyla Ebdilbaqî, yek ji wan dayikan e ku li çarenivîsa zarokê xwe digere, got: "Ev kîjan edalet e? Em daxwaza zarokên xwe dikin. Dewlet li kû ye, milet li kû ye? Ma ti kes dengê me nabihîse?"

Selma Yûsif jî bal kişand ser westandina wan a derûnî û got: "Êdî bes e, em westiyan. Ne roja me roj e û ne şeva me şev e. Heta em agahiyekê ji zarokên xwe negirin, em ji vir naçin."

Nisrîn Tahir di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew di rojeke pir zehmet re derbas dibin: "Em bi dilê xwe yê bişewat li vir in. Herî kêm bila bibêjin zarokên me li kû ne û di çi rewşê de ne."

Fatma Ebdilrehman jî wekî daxwazeke mirovî bang kir û diyar kir ku hebûna wan a li qadan dê berdewam bike, heta ku hemû girtî vegerin nav malbatên xwe.

Li gorî rêkeftina siyasî ya di navbera HSD û hikûmeta Şamê de, biryar bû ku dosyayên dîlgirtî û girtiyan bi lez were çareserkirin. Lê wekî ku malbatên li Qamişlo dibêjin, prose pir hêdî dimeşe û ji bo gelek kesan ti agahî tune ne.

Ev çalakiya malbatên girtî û dîlan, ne ya yekem e û heta çareseriyek neyê dîtin, dê fişara malbatan li ser saziyên siyasî û leşkerî berdewam bike.