Grossi: Êrîşên li ser derdora Bûşehrê bo jîngeha tevahiya deverê gef in
Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) hişyariyeke tund û nû da li ser îhtîmala rûdana karesateke tîşkder, piştî ku wêneyên satelîtan piştrast kir ku mûşekek bi dûriya tenê 75 metreyan ji westgeha atomî ya Bûşehrê ketiye xwarê; Tehranê jî eşkere kir ku, ew westgeh heta niha 4 caran hatiye armanckirin û kuştî û birîndar hebûne.
Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) îro (Duşem, 06ê Nîsana 2026ê) hişyariyeke tund li ser hebûna xetereke rastîn li ser selametiya atomî li deverê da; ev jî piştî ku şîroveyên wê yên ji bo wêneyên satelîtan piştrast kir ku gurz li derdora westgeha atomî ya Bûşehrê hatine weşandin.
Li gorî raporta wê ajansê, nirxandinên wan ên serbixwe ji bo wan wêneyên ku di 5ê Nîsanê de hatine girtin nîşan didin ku, şopên çend gurzan li nêzîkî wê westgehê hene. Ajansa navbirî eşkere jî kiriye ku yek ji wan mûşekan li dûriya tenê 75 metreyan ji perjîna sereke ya wê westgehê ketiye xwarê. Her çend şîrove nîşan didin ku ew westgeh bi xwe, ku yekane dezgeha atomî ya çalak a Îranê ye, zirarên rasterast nedîtine lê nêzîkiya êrîşan nîgeraniyên cîhanî peyda kirine.
Birêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî Rafael Grossi hişyarî li ser pêşveçûnên çalakiyên leşkerî li nêzîkî dezgeheke, ku rêjeyeke zêde ya sotemeniya atomî tê de ye, da û ragihand, "Berdewamiya operasyonên leşkerî li nêzîkî Bûşehrê dibe ku bibe sedema rûdaneke tîşkder a xeter, ku bandoreke wêranker li ser welatiyan û jîngehê li hundirê Îranê û welatên derdorê jî dê hebe." Daxwaz ji hemî aliyan jî kir ku pabendî her heft stûnên sereke yên selametiya atomî bin û jêrxaneya atomî nekin armanc.
Li beramberî vê yekê jî, Serokê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Mihemed Îslamî, di nameyekê de ji bo rêveberê wê ajansê, rexne li wê yekê girt ku bêdengiya civaka navdewletî bûye sedem ku Amerîka û Îsraîl êrîşî ser dezgehên atomî bikin. Eşkere jî kir ku, westgeha Bûşehrê heta niha çar caran hatiye armanckirin, ku êrîşa dawiyê li 4ê Nîsanê bû û bû sedema kuştina zêrevanekî ewlehiyê û birîndarbûna çend karmendên din.
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê hişyarî da ku, her dêrandineke tîşkder bi sedema van êrîşan dê encamên wêranker û xeter li ser xwecih û jîngehê hebin. Amaje bi wê yekê jî kir ku, nîşandana nîgeraniyê tenê ne bes e û pêdivî ye divê ew ajans helwesteke yekalîker werbigire, li dijî wî tiştê ku wekî binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî binav kir.
Ev pêşveçûn di demekê de ye ku, Rûsyayê dest bi vekişandina şarezayên xwe ji westgeha Bûşehrê kiriye, ev jî nîşanek e ku dever li beramberî îhtîmala rûdana karesateke atomî ya mezin e, eger êrîş berdewam bin.