Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê: Amerîka û Îsraîlê êrîşî dezgeheke atomî ya Yezdê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê êrîşeke hevpar a Amerîka û Îsraîlê li ser dezgeheke atomî li parêzgeha Yezdê şermezar kir û got ku, ev kar binpêkirineke eşkere ya qanûnên navdneteweyî ye.
Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê ragihand ku, êrîşî kargeha berhemanîna "Kêka Zer" li devera Erdekanê ya girêdayî parêzgeha Yezdê hatiye kirin û ew êrîş wekî "binpêkirineke diyar" a parêzbendiya dezgehên atomî yên aştîxwaz bi nav kir.
Li gorî gotina Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê, amanca vê êrîşê lengkirina zincîra dabînkirina sotemeniyê ji bo reaktorên atomî û gihandina ziraran ji bo kertê pizîşkî yê atomî bûye, ku peywendiya wê ya rasterast bi tenduristiya welatiyan ve heye.
Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê amaje bi wê yekê jî kiriye ku, teknolojiya wan a atomî tenê ji bo xizmeta aştiya cîhanî û tenduristiya mirovahiyê tê bikaranîn. Tekez jî kiriye ku, "bombeyên giran tu carî nikarin rêyê li vî karwanî û pêşkeftina teknolojîk bigirin."
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth jî îro (Duşem, 6ê Nîsana 2026ê) hişyariyeke xeter li ser dijwariya êrîşan da û got, "Îro mezintirîn qebareya êrîşan ji roja yekê ya şer heta niha tê kirin. Sibe? Heta dê ji îro jî zêdetir be." Ev wek amajeyekê tê dîtin ku, Waşintonê biryar daye berî bidawîhatina derfeta Trump (saet 22:00 ê roja Sêşemê), hemî pêgehên stratejîk ên Îranê wêran bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî duhî (Yekşem, 05ê Nîsana 2026ê) li ser tora civakî ya "Truth Social"ê peyameke pir tund û wekî gefan arasteyî Îranê kir û ragihand, “Roja Sêşemê, 07ê Nîsana 2026ê, dê bibe roja westgehên elektrîkê û piran li hundirê Îranê û tu tiştek mîna wê rojê nabe.”
Serokê Amerîkayê daxwaz ji serkirdeyên Îranê jî kiriye ku Tengava Hurmizê vekin û tekez kiriye, "Eger na, hûn dê di dojexê de bijîn, tenê temaşe bikin."
Ev gefa tund a Trump di demekê de ye ku hevrikî û şerê di navbera Waşinton û Tehranê de gihîştiye qonaxeke pir xeter. Piştî destpêkirina şer û bilindbûna aloziyan, artêşa Îranê Tengava Hurmizê li ber hatinûçûna keştiyên bazirganî û petrolê girtiye, ku vê yekê jî bandoreke mezin li ser bazara enerjiyê ya cîhanê kiriye.
Hêzên Amerîkayê di çend hefteyên borî de hejmareke êrîşan kir ser dezgehên enerjiyê û jêrxaneya leşkerî ya Îranê, li beramberî wê yekê jî Tehranê gelek keştî û berjewendiyên Amerîkayê li deverê kirin armanc. Îsrara Amerîkayê ji bo vekirina Tengava Hurmizê ji bo rêgirtina li peydabûna qeyraneke mezin a aborî li cîhanê û dabînkirina ewlehiya hatinûçûna deryayî li Kendavê ye.