Parêzgarê Hewlêrê: Di êrişeke dronî de du sivîl şehîd bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand, di encama êrişeke dronî ya li ser gundekî ser bi parêzgeha Hewlêrê de, du welatiyên sivîl şehîd bûne. Xoşnaw rexneyên tund li bêdengiya Hikûmeta Iraqê girt.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 7ê Nîsanê ji Kurdistan24ê re aşkere kir, pêla êrişan ji piştî nîvroya roja Duşemê ve dest pê kiriye. Xoşnaw diyar kir, her çend e sîstemên berevaniyê karîne beşeke mezin a dronan li asman biteqînin jî, lê mixabin dronek li gundê Zergezewê yê li devera Ziraretê li malekê ket û di encamê de du sivîlan canê xwe ji dest dane.

"Bexda li hemberî komên deryasayî bêhelwest e"

Parêzgarê Hewlêrê nîgeraniya xwe ya kûr li hemberî helwesta Bexdayê anî ziman û got: "Hikûmeta Iraqê li hemberî van êrişên ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin bêdeng e." 

Xoşnaw bang li hikûmeta federal kir ku helwesteke cidî nîşan bide û rê li ber wan "komên çekdar ên deryasayî" bigire ku xelkê sivîl ê Herêma Kurdistanê dikin armanc. Herwiha tekez kir jî, êrişên li ser sivîlan bi ti awayî nayên qebûlkirin û ti hincetên wan nînin.

"Em ne parçeyekî vî şerî ne"

Umîd Xoşnaw di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir, Herêma Kurdistanê ne beşekî wî şerî ye ku niha li navçeyê diqewime û got ku ew her tim hewl didin welatiyên xwe ji ziyanên canî û madî biparêzin.

Parêzgarê Hewlêrê di dawiya daxuyaniya xwe de careke din rexne li Bexdayê girt û got: "Li hemberî vê zulma ku komên terorîst li dijî Herêma Kurdistanê dikin, Hikûmeta Iraqê heta niha ti helwesteke kiryarî nîşan nedaye."