Serokê Sûriyeyê êrişên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê êrişên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike û tekeziyê li ser hewildanên dîplomatîk ên ji bo rawestandina şer dike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara duhî, Duşemê 06.04.2026, peywendiyeke telefoniyê ji Serokê Komara Erebî ya Sûriyeyê Ehmed El-Şera wergirt.
Herdu aliyan li ser rewşa herêmê û pêşketinên dawî yên şer û encamên wê, danûstandina bîr û ramanan kirin. Di vê derbarê de, wan tekez li ser girîngiya zêdekirina hewlên dîplomasî ji bo rawestandina şer û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan kirin.
Herwiha li ser rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê jî, tekez li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê kirin. Di vê çarçoveyê de, Serok El-Şera êrîşên ku li dijî Herêma Kurdistanê têne kirin şermezar kir.
Rewşa Kurdan û pêkhatan li Sûriyeyê, peywendiyên Sûriyeyê bi Iraqê re, digel çend mijarên din ên girîng û hevbeş, mijareke din a peywendiya telefoniyê bûn.