Mesrûr Barzanî: Ewê destê wî bi xwîna gelê me sor be dê bigihîje cezayê xwe
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 7ê Nîsana 2026ê) tevlî behiya her du şehîdên gundê Zergezewiyê li sînorê parêzgeha Hewlêrê bû û Konferansa Rojnamevaniyê li dar xist.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbat û kesûkarên şehîdên gundê Zergezewiyê re xwest û hevxemiya ji wan re diyar kir.
Mesrûr Barzanî herwesa di konferanseke rojnamevaniyê de got: "Careke din bê hincet êrîşî xelkê bêguneh ê Herêma Kurdistanê hat kirin. Du hevjîn şehîd bûn ku ji bo me hemiyan mixabin e; em sersaxiyê ji Cenabê Serok Barzanî û hemî xelkê Kurdistanê dikin."
Behsa amaje jî da, “Ev gelek car in bêyî sedem û hincet êrîşî Herêma Kurdistanê tê kirin. Bi piştrastî ve, ewê destê wî bi xwîna gelê me sor be, dûr be yan nêzîk, dê bigihîje cezayê xwe. Em dê li ser rêbaza şehîdên xwe ji bo azadî û serbilindiya gelê xwe û ji bo parastina ax û welatê xwe berdewam bin."
Mesrûr Barzanî herwesa got: "Em spasiya bêhnfirehî û hevkariya xelkê Herêma Kurdistanê dikin. Em hêvîdar in ev şer û alozî ber bi dawiyê ve biçin û xelkê me bigihîje hêviyên xwe yên kevin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser berdewamiya êrîşan û helwesta Hikûmeta Iraqê got: "Mixabin heta niha ti gaveke kiryarî ji bo rawestandina wan êrîşên ku li ser Herêmê tên kirin neavêtiye."
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir: "Me bi hemî aliyên civaka navdewletî, hevpeyman û dostên xwe re xeber daye. Hemiyan piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê û ji bo xelkê bêguneh ê Herêmê tekez kiriye. Ez hêvîdar im ew bikarin sînorekî ji bo wan êrîşên ku li ser Herêma Kurdistanê têne kirin deynin."
Mesrûr Barzanî dûpat kir ku mixabin heta niha êrîşên ser Herêma Kurdistanê berdewam in û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hikûmeta Iraqê da ku rê li ber wan terorîstan bigire yên ku êrîşî Herêma Kurdistanê dikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir: "Ji bo tiştê ku li ser milê me be, me bizav kiriye. Me peywendî bi hemî aliyan re kiriye da ku êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bên rawestandin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê got: "Bi rastî ti hincetek ji bo wan êrîşên ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin nîne. Me bi aliyên Îranî re xeber daye û me giliyên xwe gihandine wan û me ji wan re gotiye ku Herêma Kurdistanê ne parek ji wî şerî ye û em li ser tu aliyekî ne gef in, lê bi rastî, ewên ku êrîşî xelkê Herêma Kurdistanê dikin, li hember Xudê û wijdana xelkî berpirsyar in, ji ber ku ti sedemek nîne ku wan êrîşan bikin."