Fuad Hisên: Bizavên kêmkirina aloziyên navbera Tehran û Waşintonê berdewam in
Navenda Nûçeyan (K24) - Iraq û Misrê nîgeranîya xwe ya zêde li hember bandorên nerênî yên alozîyên deverê li ser ewlehîya enerjîyê û bilindbûna nirxê petrolê diyar kir; daxwaz jî kir ku aqil û xweragirtin li pêşiya hemî bijardeyan ji bo rêgirtina li hemî rengên pevçûnên serbazî bên danan.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên îro (Sêşem, 7ê Nîsana 2026ê) bi rêya telefonê ligel Wezîrê Derve yê Misrê Bedir Ebdilatî re axivî.
Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyanîyekê de ragihand ku, her du alîyan di wê peywendîyê de behsa bizavên zêde ji bo kêmkirina asta alozîyan û kontrolkirina wan guhertinên bilez ên ku li deverê çê bûne kir.
Di wê daxuyanîyê de hatîye ku, her du wezîran nirxandineke hûr ji bo wan bizavan kiriye yên ku bi arasteya çêkirina hevfêmkirinê di navbera Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê de tên kirin.
Tekez jî kiriye ku, dever di qonaxeke yekalîker û hesas de ye û divê "aqil û jîrî" ji bo vemirandina fitneya şer bibe bingeh ji ber ku her senaryoyeke karesatbar dê bandoreke wêranker li ser hemî alîyan hebe.
Herwesa behsa xeterên têkçûna azadîya deryavanîyê û zincîra dabînkirina xwarin û bazirganîya nîvneteweyî jî kir, ku bi awayekî rasterast dibe sedema bilindbûna nirxê enerjîyê û têkçûna ewlehîya aborî ya cîhanî.