Malbatên dîlgirtiyan li Qamişlo: Heta zarokên me azad nebin em ji qadan naçin
Qamişlo (K24) – Bi sedan welatî û malbatên dîlgirtiyan li bajarê Qamişlo daketin kolanan û daxwaza aşkerebirina çarenivîsa zarokên xwe û serbestberdana wan kirin.
Li bajarê Qamişlo, bi beşdariya bi hezaran kesan xwepêşandaneke girseyî hat lidarxistin. Ev çalakî ji aliyê malbatên ku zarokan wan ji aliyê hêzên ser bi Hikûmeta Sûriyeyê ve dîl û girtî ne, hat kirin. Xwepêşanderan li nêzî Yarîgeha Şehîdên 12’ê Adarê kom bûn û bi daxuyaniyên tund bang li aliyên peywendîdar kirin.
Malbatên ku wêneyên zarokên xwe hildabûn, diyar kirin ku ev demeke dirêj e agahiyê ji zarokên xwe nagirin. Di xwepêşandanê de hat destnîşankirin ku hejmara dîlgirtiyan gihîştiye zêdetirî hezar kesî û malbat êdî nikarin li hember vê nezelaliyê bêdeng bimînin.
Ev malbat diyar dikin ku piştî "Peymana 29ê Çileyê" ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de, diviyabû hemû girtî û dîlgirtî werin azadkirin, lê heta niha daxwazên wan nehatine cih.
Yek ji xwepêşanderan ragihand, heke çarenivîsa zarokên wan diyar nebe û serbest neyên berdan, ew ê çalakiyên xwe mezin bikin. Herwiha got: "Heta girtiyên me dernekevin em ranawestin. Heke neyên berdan, em ê berê xwe bidin zindana Şamê û bi destên xwe wan derxin."
Herwiha keçikeke ciwan a ku tevlî çalakiyê bûbû, bi dilşewatî bang kir û got: "Dilê me şewitî ye, em birayên xwe, bavên xwe û girtiyên xwe dixwazin. Divê hemû werin berdan."
Ev pêla xwepêşandanê, tenê bi Qamişlo sînordar nemaye. Li bajarên wekî Dêrik, Hesekê û Dirbêsiyê jî malbatên dîlgirtiyan ev çend roj in li qadan in. Malbat bi biryar in ku heta daxwazên wan neyên cih, çalakiyên xwe bi awayekî bê navber bidomînin.