Şêwirmendê Asayişa Niştimanî: Rola Bexdayê di nêzîkkirina Amerîka û Îranê de heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê radigihîne, rola welatê wî di nêzîkkirina Amerîka û Îranê de hebûye. Herwiha pêşwazî li peymana agirbesta di navbera her du welatan de kir.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî îro 9ê Nîsanê, li ser platforma "X" ragihand, welatê wî pêşwaziyê li hewildanên aramkirina rewşê dike, ya ku bû sedema pêkanîna agirbestê di navbera Amerîka û Îranê de.

Qasim El-Arecî herwiha amaje bi wê yekê kir ku Iraqê bi berdewamî hewl daye nêrînan nêzîkî hev bike, şer bide rawestandin û rewşê aram bike.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê diyar kir, diyalog û dîplomasî rêyên herî baş in ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina aramiyê; herwiha diyar kir ku ev helwesta neguher a Iraqê ye li hemberî aloziyan.

Daxuyaniya Qasim El-Arecî piştî wê yekê tê ku serê sibê roja çarşemê (8ê Nîsana 2026an), ji saet 03:00an ve, agirbesteke dualî ya 14 rojan di navbera Amerîka û Îranê de ket warê cîbicîkirinê. Biryar e roja înê, bi navbeynkariya Pakistanê, guftûgoyên rasterast yên her du welatan li Îslamabada paytext dest pê bikin, bi mebesta îmzakirina peymaneke aştiyê ya demdirêj.