Serok Barzanî: Israra hinek aliyên Çarçoveya Hevahengiyê bo hilbijartina Serokkomar nayê qebûlkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî tekez dike ku, tu maf û îstîhaqeke destûrî nayê yekalîkirin heta ku pirsa hilbijartina Serokwezîrê Iraqê neyê yekalîkirin.
Serok Barzanî îro (În, 10ê Nîsana 2026ê) li ser tora civakî ya Xê ragihand, “Israra hin aliyên Çarçoveya Hevahengiyê li ser berdewambûna hilbijartina Serokkomar, ku di eynî demê de hinekên din li ser paşxistina hilbijartina Serokwezîr berdewam in, nayê qebûlkirin.”
Serok Barzanî tekez jî kir, “Tu maf û îstîhaqeke destûrî nayê yekalîkirin heta ku ew pirs hevdem neyê çareserkirin, bi awayekî ku hemî alî di rûniştina bê ya Encûmena Nûneran de amade bin.”
Li gorî ragihandineke fermî ya Nivîsîngeha Karûbarên Parlamentoyê, biryar e ku sibe (Şemî, 11ê Nîsana 2026ê) Encûmena Nûneran rûniştina xwe ya hejmar 17 li dar bixe.
Di bernameya wê rûniştinê de hatiye ku, xala sereke ya wê rûniştinê dê "Hilbijartina Serokkomarê Iraqê" be û ew rûniştin jî dê saet 11:00 ê berî nîvroyê bê destpêkirin.
پێداگرتنی هەندێک لایەنی چوارچێوەی هەماهەنگیی لەسەر بەردەوامبوون لە هەڵبژاردنی سەرۆک کۆمار، کە هاوکات هەندێکی تر بەردەوامن لە دواخستنی هەڵبژاردنی سەرۆک وەزیران، جێگەی قبوڵکردن نییە. جەخت دەکەینەوە کە هیچ بەرکەوتە و ئیستحقاقێکی دەستووری یەکلا ناکرێتەوە تا ئەو پرسە هاوکات چارەسەر…
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) April 10, 2026