Desteya Jîngehê haydariyê dide welatiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Çarekirin û Parastina Jîngehê welatiyan haydar dike ku, dema diçin gij û giyayên biharî xwezayê têk nedin û haydarî deverên xwezayî bin.

Berdevkê Desteya Parastin û Çarekirina Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Senan Ebdula îro (Duşem, 13ê Nîsana 2026ê) ji Kurdistan24ê re got: "Bi hatina demsala biharê re, giyayên biharî li deverên çiyayî zêde dibin, bi taybetî îsal ku rêjeyeke baş a baranê bariye; lê me rênimayiyên taybet dane welatiyan."

Senan Ebdula herwesa got: "Li gorî qanûna hejmar 8 a sala 2008ê, parastina deverên xwezayî wek 'erkekî neteweyî' hatiye naskirin. Giyayên biharî tenê çavkaniya xwarinê nînin, belkî pareke girîng in ji hevsengiya jîngehî û sîmaya xweşik a xwezaya Kurdistanê, lewma her destkariyeke ku bibe sedema hişkbûn û jinavçûna wan dê rûbirûyî lêpirsîna qanûnî bibe."

Berdevkê Desteya Jîngehê amaje bi wê yekê dike ku, her welatiyekî ku giyayên biharî bi rih ve derxe dê bê cezakirin; ji ber ku bi tu awayî nabe bi rih ve bên derxistin, belkî divê bi kêrê bên birîn.

Herêma Kurdistanê xwediya gelek cûnên giyayên biharî ye; tenê li sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê 400 cûnên giyayên biharî hene.