Heta niha rûfatên 153 Enfalkiriyan li Bijîşkiya Dad a Bexdayê ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro salvegera 38ê ya Enfalê bû lê ji ber rewşa deverê tu çalakî nehatin kirin.

Rêveberê Monûmenta Enfalê li Çemçemalê Habîl Ehmed îro (Sêşem, 14ê Nîsana 2026ê) ji malpera Kurdistan24ê re got: "Li sînorê Çemçemalê 1010 rûfatên Enfalkiriyan vegeriyane, lê bi giştî pênc hezar Enfalkirî li 14 gundên wî sînorî hene."

Rêveberê Monûmenta Enfalê li Çemçemalê amaje bi wê yekê jî kir ku, ji bilî Enfala Barzaniyan, heta niha 401 rûfat, li Dukanê 256 û li Topzawayê 80 rûfat vegeriyane.

Habîl Ehmed behsa wê yekê jî kir ku, rûfatên 153 Enfalkiriyan li Bijîşkiya Dad a Bexdayê ne û heta niha nehatine vegerandin.

Qonaxên Enfalê:

1.     Qonaxa Yekê (Dola Cafayetiyê):

Ji 23ê Sibat heta 19ê Adara 1988ê berdewam bû. Vê qonaxê deverên Sergelû û Bergelû vegirtin û bû sedema wêrankirina 25 heta 30 gundan.

2.     Qonaxa Duyê (Devera Qeredaxê):

Ji 22ê Adar heta 1ê Nîsana 1988ê berdewam bû. Vê êrîşê Deverên Qeredax, Tekye û Sêwsênan vegirtin, ku tê de çekê kîmyayî hat bikaranîn.

3.     Qonaxa Sêyê (Devera Germiyanê):

Ji 7 heta 20ê Nîsana 1988ê berdewam bû. Ev wekî mezintirîn qonax tê hesibandin, ku deverên Çemçemal, Kelar, Kifirî û Xurmatiyê vegirtin û zêdetirîn hejmara qurbaniyan tê de bû.

4.     Qonaxa Çarê (Dola Zêyê Biçûk):

Ji 3 heta 15ê Gulana 1988ê berdewam bû. Vê qonaxê deverên Kerkûk, Koye, Teqteq û Deşta Koyeyê vegirtin.

5.     Qonaxên Pêncê, Şeşê û Heftê (Deverên Şeqlawe û Rewandizê):

Ji 15ê Gulan heta 26ê Tebaxa 1988ê berdewam bû. Vê qonaxê deverên Dola Balîsanê, Melekan û derdorên Hewlêrê vegirtin.

6.     Qonaxa Heştê û Dawiyê (Behdînan):

Ji 25ê Tebax heta 6ê Îlona 1988ê berdewam bû. Vê qonaxê Devera Behdînan vegirt (Dihok, Zaxo, Amêdî û Akrê) û ji ber bikaranîna çekên giran û serederiya tund cuda bû.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li sala 2007ê biryar da ku, roja 14ê Nîsana her salekê bibe roja bîranîna tawanên Enfalê.