Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser dosyeya bûyera Lalezara Silêmaniyê ronkirinek da
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de li ser dosyeya 'Lalezara Silêmaniyê' ragihand ku ew parêzerê serxwebûna dadgehan e û destwerdanê di karên dadwerî de nake.
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 21ê Nîsana 2026ê) daxuyaniyek li ser zarê Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab belav kir û tê de ragihand: "Ev demeke di dezgehên ragihandinê de li ser rûdanên meha Tebaxa sala borî ku li Lalezara bajarê Silêmaniyê rû dabûn, hinek mijar li ser helwesta Serokê Herêma Kurdistanê di pêvajoya darizandinê û yakalîkirina çarenivîsa wan tometbar û girtiyên ku di encama rûdanan de hatine girtin, hatine azirandin."
Amaje jî da: "Serokatiya Herêma Kurdistanê ligel desthilata dadweriyê şêwir û şopandina pêdivî kir; diyar e ku li gorî qanûnê, biryardana li ser daxwaza veguhastina dosyeyekê ji dadgehekê bo dadgeheke din mijareke bi temamî dadwerî ye û di nav taybetmendiyên desthilata dadweriyê de ye û dadgehên peywendîdar wê yekalî dikin."
Dilşad Şehab herwesa got: "Tiştê ku bi helwesta Serokê Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye tekezkirina wê yekê ye ku divê her dosyeyek dûrî her destwerdan û zextekê di rêya xwe ya qanûnî de û li ser bingehên rast ên darizandinê bi rê ve biçe û divê derfeta berevanîkirin û parastina mafên tometbar û girtiyan li gorî qanûnê parastî be."
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku divê dadgeh di dema xwe ya qanûnî de û li gorî rêkarên qanûnî biryarên xwe li ser vê pirsê yekalî bikin.
Herwesa hat tekezkirin ku Serokatiya Herêma Kurdistanê wek her car dê bibe parêzera qanûn û dezgehan û pabendî rêzgirtina li bingeha cudakirina desthilatan û serxwebûna desthilata dadweriyê ye.