Dana Teqiyedîn bo K24ê: Lahûr û Polat gireva xwe şikand
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî wergirtina soza guhertina mîkanîzma darizandinê û veguhestina dosyaya wan ji bo dadgeha cezayan, Lahûr Şêx Cengî û Polat Talebanî êvariya îro gireva xwe şikand. Tîma parêzerên wan ji K24ê re ragihand ku ev biryar piştî dîtina malbat û parêzeran hatiye dayîn.
Dana Teqiyedîn ji tîma parêzerên Lahûr Şêx Cengî îro (Çarşem, 22ê Nîsana 2026ê) ji bo K24ê ragihand ku ji êvariya îro ve Lahûr Şêx Cengî û Polat Talebanî gireva xwe şikandiye.
Piştî konferansa rojnamevaniyê ya îro ya li ber deriyê dadgehê, rê hat dayîn ku malbata Lahûr Şêx Cengî û çar parêzerên vê dozê wî bibînin. Piştî vê dîtinê, Lahûr Şêx Cengî û Polat Talebanî êvariya îro gireva xwe şkandiye.
Ev biryar piştî wê yekê hat ku soz pê hatiye dayîn ku mîkanîzma dadgehkirinê asayî bibe û dosyaya wan ji Dadgeha Lêkolînan a Asayîşê bo Dadgeha Cezayên Giran (Cinayat) bê veguhestin.
Awat Şêx Cengî jî her îro di konferansekî rojnamevaniyê de diyar kir: "Li dadgehê ti tiştek negihîştiye destê wan; her du birayên min naxwazin bijîşk wan bibîne."
Lahûr Şêx Cengî û Polat Talebanî, piştî ku dozên qanûnî li dijî wan hatin vekirin, wekî nerazîbûnekê li hemberî mîkanîzma dadgehkirinê û girtina wan di zindana Asayîşê de, dest bi gireva xwarinê kiribûn.
Parêzer û malbatên wan daxwaz dikir ku doza wan ne li dadgehên Asayîşê belkî li dadgehên asayî yên cezayan (Cinayat) bên dîtin. Ev çalakî di nava raya giştî û derdorên siyasî yên Herêma Kurdistanê de bûbû sedema nîqaşên germ û tîma parêzeran çend caran hişyarî dabû ku rewşa wan a tendurustiyê ber bi xirabbûnê ve diçe.