Araqçî serdana Moskoyê dike û bi Pûtîn re dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî sibe dighîje Moskoyê û bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re dicive. Tê payîn ku di hevdîtinê de, mijara agirbestê û encamên danûstandinên ligel Amerîkayê werin gotûbêjkirin.
Wezareta Derve ya Rûsyayê û medyaya fermî ya Îranê piştrast kirin ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî, roja Duşemê 27ê Nîsana 2026an, serdaneke fermî bo paytexta Rûsya Moskowê pêk tîne.
Balyozê Îranê li Rûsyayê Kazim Celalî ji Ajansa Îranî (ISNA) re ragihand, Araqçî dê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bicive. Li gorî daxuyaniya Celalî, armanca sereke ya vê serdanê gotûbêjkirina "geşedanên herî dawî yên agirbestê û pêvajoya danûstandinan" e.
Herwiha hat diyarkirin, Araqçî dê "raporeke bi hûrgilî" pêşkêşî rayedarên Rûsî bike, derbarê wan pêşkeftinên ku di danûstandinên ligel Amerîkayê de hatine bidestxistin.
Ev serdana Moskoyê wekî parçeyek ji trafîka dîplomatîk a Îranê ya li navçeyê tê dîtin. Wezîrê Derve yê Îranê beriya Moskoyê, serdana Îslamabada paytexta Pakistanê û Mesqeta paytexta Omanê kiribû.