Pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiyeyê di xeterê de ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan li ser xetera têkçûna pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiyeyê hişyarî da, herwesa ragihand ku heta niha pêngavên qanûnî nehatine avêtin. Hevseroka DEM Partiyê jî hikûmet bi paşxistina pêvajoyê û girêdana wê bi guhertinên herêmî û alozîyên Îranê ve tometbar kir.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ercan Yilmaz îro (Duşem, 27ê Nîsana 2026ê) ragihand: “Nabe ev pêvajo tenê wekî mijareke ewlehiyê bê dîtin. Daxuyaniyên dewletê ji bo çaksaziyê li ser wê pêvajoyê tenê di asta gotinan de mane û ne bûne gavên kiryarkî, ku ev yek jî xetera vegera ji bo rewşa berê û têkçûna pêvajoyê çê dike.”
Ercan Yilmaz herwesa got: "Tevî ku raporta komîsyona parlamentoyê amade ye, lê tu pêngaveke qanûnî nehatiye avêtin ku ev jî cihê nîgeraniyê ye. Di demekê de ku çekdanîn bi rengekî kiryarkî hatiye destpêkirin, erkê dewletê ye ku bêyî wext winda bike qanûneke çarçoveyî' ya giştgir û zelal ji bo piştgirîkirina biryara çekdanîna PKKê derxe, ku hemî koman vebigire."
Navbirî diyar jî kir: “Em wekî Komeleya Mafên Mirovan, ji bo avakirina aştiyeke berdewam, daxwaz dikin ko girtiyên siyasî û nexweş bên azadkirin, pergala qeyûman bi dawî bibe û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bên bicihanîn. Herwesa divê zextên qanûnî yên li ser siyasetmedar û rojnamevanan bên rawestandin û qanûna Têkoşîna Dijî Terorê bê hilweşandin, daku ev derfeta dîrokî ya bi bêdengbûna çekan re derketiye holê bibe aştiyeke herdemî.”
Hatimogullari: Hikûmet pêvajoyê bi zanebûn bi paş dixe
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Tulay Hatimogullari jî ji aliyê din ve duhî (Yekşem, 26ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyekê de ji bo rojnameyekê ragihand: “Pêvajoya aştiyê nêzîkî astengbûnê dibe û hikûmet bi merem wê pêvajoyê dirêj dike û bi paş dixe.”
Hatimogullari herwesa got: "Beriya niha rayedarên Tirkiyeyê li benda pêşveçûnên Rojavayê Kurdistanê bûn, lê niha çavê wan li encamên şer û alozîyên navxweyî yên Îranê ye."
Hevseroka DEM Partiyê hêvî kir ku pêvajoya aştiyê ber bi pêş ve biçe û tûşî têkçûna bi temamî nebe, lê tekez kir ku diyar e Tirkiyeyê stratejiya xwe bi guhertinên herêmê û Îranê ve girê daye.