Li Kerkûkê haleteke taya xwînberbûnê hat tomarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Kerkûkê haleteke nû ya nexweşiya "Taya Xwînberbûnê" hat tomarkirin. Piştî vê yekê, rêveberiya tenduristiyê biryarên nû û tund derbarê serjêkirina ajalan de dan.
Çavkaniyekê ji Rêveberiya Tenduristiya Kerkûkê ji Kurdistan24ê re ragihand, nexweş jinike Kurd a 43 salî ye û rûniştvana gundekî ser bi parêzgeha Kerkûkê ye. Hat diyarkirin, ew jin bi nîşaneyên nexweşiyê serî li Nexweşxaneya Azadiyê daye û yekser hatiye kerentînekirin.
Piştî ku nimûneyên xwîna wê ji bo taqîgehên Bexdayê hatin şandin, encam "erênî" derket û hat piştrastkirin ku ew hilgira vîrusê ye.
Heman çavkaniyê aşkere kir, niha rewşa tenduristiya nexweş cîgir e û dermankirina pêwîst werdigire. Li gorî lêkolînan, hat diyarkirin ku ew jin bi xwe xwedî ajal e û ji ber têkiliya rasterast a bi ajalan re ev vîrus wergirtiye.
Cejna Qurbanê û qedexeya serjêkirinê
Ev bûyer di demekê de ye ku Cejna Qurbanê nêzîk dibe û têkiliya welatiyan bi ajalan re zêdetir dibe. Ji ber vê yekê, îdareya Kerkûkê biryareke tund derxist:
- Serjêkirina ajalan li kolan û li derveyî serjêxaneyên fermî bi temamî hat qedexekirin.
- Îdareya parêzgehê hişyarî da ku her kesê pabendî vê biryarê nebe, dê rastî cezayên yasayî yên giran bibe.
Taya xwînberbûnê nexweşiyeke vîrûsî ya giran e ku ji ajalan derbasî mirovan dibe û eger di dema xwe de neyê dermankirin, metirsî li jiyana nexweş çê dibe.