Beqayî welatên Kendavê wekî serkeş wesf dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê bi beyteke helbesteke Mutenebbî, helbestvanê navdar ê Iraqî û Ereb, hişyarî da welatên Kendavê û got: "Eger we kêlbên şêr dîtin, wesa nefikirin ku ew dikene."
Piştî pevçûnên şeva borî yên di navbera hêzên Amerîka û Îranê de li nêzîkî Tengava Hurmizê, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî li ser tora civakî ya "X"ê bi zimanê Erebî hişyarî da welatên Kendavê û ew wekî "serkeş" wesf kirin, hevdem peyama xwe bi hevokeke kurt nivîsiye û gotiye: "Eger we kêlbên şêr dîtin, wesa nefikirin ku şêr dikene."
Hêzên Îran û Amerîkayê şevêdî li nêzîkî Tengava Hurmizê hevdu bi êrîşkirina li ser hevdu tohmetbar kir û şerekî dijwar li beranberî hev kir. Li gorî ragihandina hêzên Îranê, keştiyên şer ên Amerîkayê êrişî du keştiyên petrolhelgir ên Îranê kiriye û wan jî bi mûşek û dronan bersiva sê keştiyên şer ên Amerîkayê daye.
Herwesa Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) jî şevêdî li ser platforma "X"ê belav kir ku duhî (Pêncşem, 7ê Gulana 2026ê) li dema derbazbûna keştiyên şer ên USS Truxtun, USS Rafael Peralta û USS Mason di Tengava Navneteweyî ya Hurmizê de ber bi Deryaya Omanê ve, ji aliyê hêzên Îranê ve bi çend mûşek û dronan û bi rêya belemên biçûk hatine armanckirin.
Her li ser aloziyên şeva borî, Berdevkê Fermandariya Qerargeha “Xatemul Enbiya”yê hêza deryayî ya Amerîkayê bi binpêkirina agirbestê tohmetbar kir. Lê CENTCOMê ragihand ku ew ne li pey zêdekirina aloziyan in, lê hêzên wan berevanî ji xwe kiriye û ji bo parastina hêzên Amerîkayê li cihên xwe dimînin.