Welîd Sehlanî: Em mûçeyên girtiyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê wekhev dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dezgeha Girtiyên Siyasî yên Iraqê ragihand ku ew bizaveke cidî dikin, daku mafên darayî yên girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi parên din ên Iraqê re wekhev bikin. Tekez jî kir ku li gorî destûrê nabe tu cudahî di navbera girtiyên siyasî de li seranserê Iraqê hebe, ji ber ku ew hemî rûbirûyî eynî êş û azaran bûne.
Serokê Dezgeha Girtiyên Siyasî yên Iraqê Dr. Welîd Sehlanî îro (Sêşem, 12ê Gulana 2026ê) ji rojnamevanan re ragihand: "Girtiyên siyasî, li her dera Kurdistan û Iraqê bin, eynî êş û azaran li ser destê rejîma berê dîtine, lewma nabe tu cudahî di navbera wan de hebin û divê li gorî destûra Iraqê mafên wan bên wekhevkirin."
Dr. Welîd Sehlanî nîgeraniya xwe anî ziman ku "pareke zêde ya girtiyên siyasî li Herêma Kurdistanê heta niha tu maf û mûçeyekî wernagirin, ewên ku hinek pereyan werdigirin jî, mafên wan pir kêm in." Herwesa got: "Mixabin stem li piraniya malbatên şehîdan û girtiyên siyasî li Herêma Kurdistanê hatiye kirin û mafên xwe yên hejî wernagirin."
Navborî rola qurbaniyên vî texê bilind nirxand û ragihand; eger têkoşîna wan girtî û şehîdan neba, radestkirina desthilatê bi vî awayê niha nedibû, lewma erkê hikûmetê ye ku malbatên wan bi awayekî herî baş qerebû bike.
Serokê Dezgeha Girtiyên Siyasî di dawiya axaftina xwe de jî bal kişand ser erkê dezgeha xwe û got: "Rola me ya sereke parastina mafên hemî wan kesan e yên ku ji salên 1961 û 1962ê heta dema hilweşandina rejîma Beisê li sala 2003ê ji vê qanûnê feydeyî werdigirin. Em tu cudahiyê di navbera tu kesan de nakin û em bi yek çavî li hemî girtiyên siyasî dinêrin."
Ji sala 2003an ve, girtiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê ji ber pirsgirêkên darayî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nekarîne mîna hevtayên xwe yên li naverast û başûrên Iraqê feydeyî ji serpişkiyên Dezgeha Girtiyên Siyasî ya Federal werbigirin.
Di sala 2026ê de, di çarçoveya lihevkirinên nû yên kabîneya Elî Zeydî de, vejandina vê dosyeyê wekî parek ji "dadperweriya veguhêz" tê dîtin, daku mûçeyên girtiyên siyasî nebin qurbaniya hevrikiyên siyasî.