Konsulsê berê yê Koreya Başûr pesna K24ê dide

"Her roj malpera Kurdistan24ê çavkaniya min a sereke ya nûçeyan e"

Seung-chul Lim
Seung-chul Lim

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê berê yê Komara Koreya Başûr li Hewlêrê di hevpeyvîneke taybet de li gel ragihandina me, astê pîşeyî, lezgînî û hûrbiniya Dezgeha Kurdistan24ê di gihandina rûdanan de bilind nirxand. Navborî herwisa laperên du sal û nîvên mana xwe ya li Kurdistanê hil dan û sîfetên gelê Kurd aşkere kirin.

Kanala Kurdistan24ê çavpêkeftineke ligel Konsulê Giştî yê berê yê Komara Koreya Başûr li Hewlêrê Seung-chul Lim kir û biryar e tevava wê wê çavpêkeftinê li roja Şemiyê bi şev bê weşandin. Wî dîplomatkarî behsa gelek tewerên giring ên karê xwe yê dîplomasî û ezmûna xwe ya kesî ya li Herêma Kurdistanê dike.

Di destpêka axaftina xwe de, Seung-chul Lim dilxweşî û şanaziya xwe diyar kir ku berî xatirxwestin û barkirina ji Kurdistanê, hevdîtina xwe ya medyayî dawiyê ligel Dezgeha Kurdistan24ê kiriye.

Wî pesnekî bêhempa da kanalê û tekez kir ku Kurdistan24 xwedî taybetmendiyeke pîşeyî ya bilind e, ku ew jî: "Lez û hûrbiniya tam e di romalkirin û gihandina nûçeyan de."

Konsulê berê aşkere jî kir ku ew berdewam serdana pişka Ingilîzî ya malpera Kurdistan24ê dike û ev platform rojane çavkaniya wî ya sereke ya xwandin û şopandina nûçeyan e.

Ezmûna Du Sal û Nîv û Çar Sîfetên Gelê Kurdistanê

Di pareke din a vê hevpeyvîna taybet de, Konsulê berê yê Koreya Başûr rûpelên ezmûna du sal û nîvên karê xwe yê li Hewlêrê heldan û amaje bi wê yekê kir ku di wê heyamê de serdana piranîya deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê kiriye û dersên pir giring ji vê ezmûnê fêr bûye.

Li gorî nêrîna vî dîplomatkarê Koreyî, Herêma Kurdistanê xwediya pêgeheke civakî û çandî ya pir dewlemend e û mirov dikare xelkê Kurdistanê di çar xeslet û sîfetên sereke de bide nasandin:

1. Hemecorî û Hemerengî, ku ciwaniyeke taybet daye vê herêmê.

2. Mêvandostiya Bêhempa ya xelkê Kurdistanê, ku deryayên wan her tim vekirî ye.

3. Hebûna xelkekî gelek Zîrek û jêhatî, ku sermayeyeke mezin a mirovî ne bo paşerojê.

4. Xweragiriya Gelê Kurdistanê, ku mîna wî behs kirî, gelekê wisa ye ku bi îradeyeke polayîn kariye rûbirûyî dijwartiîn qeyranan bibin û bi rengekî serkeftî jê derkevin.