Mesrûr Barzanî: Em bizavê dikin pêkve Iraqê ber bi asoyeke ron ve bibin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya berdewambûna hevdîtinên xwe yên fermî de li paytexta federal, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê civiya. Di kongreyeke rojnamevanî ya hevpar de, her du aliyan tekez li ser nêzîkbûna dîtin û nerînên xwe û pêdivîtiya sererastkirina rewşa pêvajoya hilbijartinan û dêmokrasiyê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 24ê Gulana 2026ê) li Bexdayê bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî re civiya. Piştî bidawîbûna wê civînê, her du aliyan di daxuyaniyeke rojnamevanî de naveroka danûstandinên xwe eşkere kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe bi dîtina Nûrî Malikî diyar kir û ragihand: "Em bi dîtina dozt û kesatiyê bibandor ê vî welatî, rêzdar Dr. Nûrî Malikî gelek gelek dilxweş in. Em rêzeke yekcar mezin didin xebat û westiyana cenabê wî; ew dostekî nêzîk ê gelê me ye. Em gelek dilxweş in ku em di xizmeta cenabê wî de bûn.”

Li ser naveroka civîna xwe, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Me behsa komek ji wan dozan kir ên ku ji bo Iraqê, peywendiyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de û herwisa rewşa ku îro li deverê derbaz dibe giring in. Li ser tevahiya wan xalên ku me behs kirine, dîtin û nerînên me pir nêzîkî hev in."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere jî kir: "Em li ser vê mijarê hevnerîn bûn, ku ew bizavên ji bo têkdana ewlehiya deverê û vî welatî hene, û herwisa ew binpêkirin û lêdanên ku li dijî qanûnê tên kirin, divê bên sererastkirin. Me di vî warî de gotinên baş kirine û îşela em dê li ser peywendiyê berdewam bin û em dê bizavê bikin ku hemî bi hev re Iraqê ber bi asoyeke ron ve bibin."

Malikî: "Pêdivîtiya sererastkirina rewşa pêvajoya dêmokrasiyê heye"

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî jî ji aliyê xwe ve bixêrhatineke germ li Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şandê pê re kir û got: "Çawa ku ew peywendiya dîrokî ya ku me li hev dicemîne ji dîrokeke xebatgerî û peywendiyeke baş pêk tê, li ser vê bingehê jî hevdîtina me dostane û erênî bû."

Malikî eşkere jî kir ku wan di wê civînê de bal kişand ser hinek pirsên serekî yên giring bo tevgera dêmokrasî û neteweyî û got: "Me bi hûrbînî behsa vê paşveçûna dêmokratîk kir a ku li dawiyê rûda; bi taybetî di mijarên girêdayî helbijartinan û dengdana li ser berbijarên kabîneya hikûmetê.”

Navborî tekez jî kir “Dîtin û nerînên me hempa bûn, û em wisa dibînin ku pêdivîtiyek bo sererastkirina wê rêye heye, ya ku pêvajoya dêmokrasiyê tê re derbaz bûye û tûş bûye. Helwestên me herdem hempa û di astê hevfêmkriinê de ne."