Konsulê Srîlankayê bo K24ê: Iraq û Herêma Kurdistanê mezintirîn bazara çaya Srîlankayê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Fexrî yê Srîlankayê li Herêma Kurdistanê ji bo Kurdistan24ê eşkere kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê di asta cîhanê de yek ji mezintirîn sûkên çaya Srîlankayê ye. Wî destnîşan jî kir ku tenê di sala 2025ê de qebareya hawirdekirinê bo 39 hezar tonan bilind bûye û daxwaza li ser vî berhemî salane ber bi zêdebûnê ve diçe.

Konsulê Fexrî yê Srîlankayê li Herêma Kurdistanê Dr. Ehmed Celal îro (Duşem, 25ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistan24ê behsa dîrok û qebareya Bazirganiyê ya çaya welatê xwe kir û ragihand: "Dîroka hawirdekirina çaya Srîlankayê bo Iraq û Herêma Kurdistanê vedigere salên 1960an. Yanî ev nêzîkî 65 salan e ku çaya Srîlankayê cihê xwe di nav mal û sûkên Iraq û Herêma Kurdistanê de parastiye."

Konsulê Fexrî yê Srîlankayê bal kişand ser datayên sala 2025ê û got: "Sala borî nêzîkî 39 mîlyon kîlogram ku dike 39 hezar tonên çayê hawirdeyî Iraq û Herêma Kurdistanê hatine kirin. Ev rêjeya han, li beramberî rêjeya sala 2024ê bi rêjeya 4 mîlyon û 800 hezar kîlograman zêde kiriye; ev jî nîşan dide ku daxwaza li ser çayê tu demekê kêm nebûye û herdem ber bi zêdebûnê ve ye."

Ji 2.5 Dolaran heta 600 Dolaran; Celeb û bihayên çayê

Di derheqa biha û kalitiyê de, Dr. Ehmed Celal ron jî kir ku erzantirîn celebê çaya Srîlankayê ku rê bi hinardekirina wê tê dan, bihayê wê nêzîkî 2.5 dolaran e, lê girantirîn celeb ku "Çaya Spî" ye, bihayê wê digihîje nêzîkî 600 dolaran.

Wî herwisa amaje bi wê yekê jî kir ku herî zêde daxwaz li ser "Çaya Reş" heye, lê ligel wê yekê jî celebên din ên mîna çaya kesk, çaya kêmkirina kêşa laş û çaya kolonê gelek bikir hene; bi taybetî branda "Hayleys" ku daxwazeke zêde li ser wê heye.

Konsulê Fexrî yê Srîlankayê rola girîng a sektora taybet bilind nirxand û got: "Hejmareke kompaniyên mezin û zebelah li Herêma Kurdistanê û Iraqê hene, ku bi rengekî fermî û bi qebareyên mezin li ser hawirdekirina çaya Srîlankayê kar dikin, ku roleke berçav di dabînkirina vî berhemî û nasandina brandên cihêreng de heye."