Deriyê Perwîzxanê: Roja yekê ya cejnê tevgera bazirganî tê rawestandin

Deriyê Navdewletî yê Perwîzxanê
Deriyê Navdewletî yê Perwîzxanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Deriyê Navdewletî yê Perwîzxanê haydariyeke fermî li ser awayê hatin û çûnê di rojên Cejna Qurbanê de belav kir, û tê de ragihand ku livîna bazirganî tenê bo dema rojekê dê raweste, lê xeta geştyariyê dê bi temamî asayî be.

Ragihandin û Peywendiyên Deriyê Navdewletî yê Perwîzxanê tevahiya şofêr û bazirganan haydar kirin ku sibe (Çarşem, 27ê Gulana 2026ê), ji ber roja yekê ya Cejna Qurbanê, hatin û çûna bazirganî li wî derîyî tê rawestandin.

Di wê daxuyaniyê de hatiye ronkirin ku ev rawestandin tenê bo roja yekê ya cejnê ye; û roja Pêncşemê, 28ê Gulana 2026ê, ew derî dê bê vekirin û hatin û çûna kelûpelan û pêvajoya bazirganiyê dîsa asayî dibe.

"Hatin û çûna geştyaran di tevahiya rojên cejnê de berdewam dibe"

Di derheqa hatin û çûna geştyaran de jî, Rêveberiya Deriyê Perwîzxanê welatiyan piştrast dike ku geştkirina di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de bi tu rengan ranaweste; û di tevahiya rojên cejnê de hatin û çûna geştyariyê bi awayekî asayî û bê rawestan berdewam dibe.