Geştyariya Kurdistanê: Rêjeya hatina geştyaran bo Kurdistanê zêde bûye

Zaxo
Zaxo

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Desteya Giştî ya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku di nava pênc salên borî de kerta geştyariyê pêşveçûneke mezin tomar kiriye; bi awayekî ku 80 projeyên stratêjî bi sermayeya zêdetir ji 7 milyar û 500 milyon dolaran hatine bicihanîn û ketine xizmeta welatiyan û geştyaran.

Berdevkê Desteya Giştî ya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd duhî (Şemî, 30ê Gulana 2026ê) di dema tevlîbûna xwe ya di gereke nûçeyên Kurdistan24ê de ragihand: "Rêjeya hatina geştyaran bo tevahiya dever û parêzgehên Herêma Kurdistanê zêdebûneke tomar kiriye."

Berdevkê Desteya Geştyariyê li ser bonadorên vê bilindbûnê li ser jiyana rojane û aboriyê jî got: "Ev hatina berdewam û zêde ya geştyaran roleke bibandor lîstiye; bi awayekî ku niha kerta geştyariyê bûye sedema serekî bo vejandina bazaran û çêbûna livîneke bazirganî ya baş li Herêma Kurdistanê."

Zêdebûna geştyarên biyanî û baweriya veberhêneran

Îbrahîm Ebdulmecîd herwesa amaje da guhartineke giring di celebê wan geştyarên ku berê xwe didin Herêma Kurdistanê de û eşkere kir: "Yek ji pêşhatên dilxweşker ew e ku hejmara geştyarên biyanî li Herêma Kurdistanê berdewam ber bi bilindbûnê ve diçe."

Di pişkeke din a axaftina xwe de, navborî diyar kir ku di nava pênc salên borî de 80 projeyên geştyariyê yên cuda cuda li seranserî Herêma Kurdistanê hatine bicihanîn.

Li ser xercî û qebareya wê sermayeya ku di vê kertê de veberhênan pê re hatiye kirin, Berdevkê Desteya Geştyariyê eşkere kir ku hejmara giştî ya sermayeya terxankirî bo wan 80 projeyan ji 7 milyar û 500 milyon dolarên Amerîkayî zêdetir e, ku ev yek jî amajeyeke ron e bo baweriya veberhêneran bi jîngeha guncayî ya Herêma Kurdistanê.

40 navendên geştyariyê di asta "Branda Cîhanî" de ne

Di tewwerê girêdayî kalitiya xizmetkariyan û asta pêşwazîkirina geştyaran de jî, Îbrahîm Ebdulmecîd bal kişand ser hebûna navendên astbilind û ron kir: "Niha li Herêma Kurdistanê nêzîkî 40 bingeh û navendên geştyarî di asta “Branda Cîhanî” û “Pênc Stêrkî” de hene, ku rojane bilindtirîn kalitiya xizmetkariyê pêşkêşî geştyarên navxweyî û biyanî dikin."

Ev amar di demekê de ne ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê kerta geştyariyê wekî yek ji hîmên serekî yên planên xwe yên aborî bo cihêrengkirina çavkaniyên dahatê û kêmkirina girêdana bi petrolê ve destnîşan kiriye, û berdewam bo hêsankarîkirina bo geştyaran û veberhêneran kar dike.