Herêma Kurdistanê di sê mehan de bankîkirina hemî mûçexuran temam dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di dema sê mehên bê de temamiya pêvajoya bankîkirina mûçeyên fermanberan bi rêya projeya "Hejmara Min" bi dawî dibe. Ev jî piştî lihevkirina di navbera Hewlêr û Bexdayê de tê, ku biryar hatiye dan ku, heta dawiya meha Tebaxê ya 2026ê, her fermanberek nehatibe qeydkirin, mûçeyê wî dê ji aliyê Hikûmeta Federal ve bê rawestandin.
Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 23ê Hezîrana 2026ê) daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku, di civîna dawiyê ya navbera şandeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, biryar hat dan ku dema sê mehan bo temamkirina hemî rênmayiyên qeydkirina mûçexurên Herêma Kurdistanê Kurdistanê di nav projeya "Hejmara Min" de bê diyarkirin.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku li gorî biryareka Hikûmeta Federal, her fermanberekî Herêma Kurdistanê ku heta 31ê Tebaxa 2026ê nehatibe qeydkirin û karta xwe ya bankî wernegirtibe, mafên wî yên darayî û mûçeyê wî dê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve bên rawestandin û bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê nayên şandin.
Nivîsgeha navborî behsa wê yekê jî kiriye ku heta niha 96% ji mûçexurên kerta giştî hatine qeydkirin û zêdetirî 862 hezar mûçexuran kartên xwe yên bankî wergirtine û mûçeyên xwe bi awayê dîjîtal bi rêya bankan werdigirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî rêkarên pêdivî bo qeydkirin û bankîkirina mûçeyên hemî mûçexurên Herêma Kurdistanê bi cih anîne.
Di pareka din a wê daxuyaniyê de amaje hatiye dan ku, her ji ber wê yekê daxwaz ji fermanberan tê kirin ku hay ji mobîlên xwe hebin, ji ber ku projeya Hejmara Min bi rêya sepanên WhatsApp û Viber û kurtenameyan wan haydar dike haydar dike ku li bankeka diyarkirî kartên xwe werbigirin.
Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Cenab Nûrî jî di daxuyaniyekê de bal kişand ser wê yekê ku çêkirina kartan ji dema qeydkirinê nêzîkî mehekê li cem bankan dikişîne; ji ber vê yekê daxwaz ji hemî rêveberiyên giştî û fermangehan kir ku bi lez rênmayiyên pêdivî bi cih bînin daku piştrast bin ku hemî karmendên wan hatine qeydkirin.
Projeya "Hejmara Min" di sala 2023ê de ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve wekî parek ji karnameya Kabîneya Nehê hat ragihandin, bi armanca modernkriina xizmetkariyên bankî û xurtkirina tevgiriya darayî li seranserî Herêma Kurdistanê.