Dihok: Berhemê zebeşan li Berdereşê digihîje zêdetirî 20 hezar tonan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li deşta Çemeyê ya li sînorê qazaya Berdereşê, îsal berhemê zebeşan bi awayekî berçav zêde bûye û li gorî daxuyaniyên fermî, tê çaverêkirin ku berhemê îsal ji 20 hezar tonan derbaz bibe.

Zebeşên devera Çemeyê li sînorê qazaya Berdereşê îsal gelek baş gihîştine û cotkaran bi berfirehî dest bi çinîn û komkirina wan kiriye, daku zû wan bişînin nav sûkan.

Cotkar: Zebeşên me bê derman in û kalitiya wan bilind e

Cotkarê bi navê Wirya Seîd li ser berhemê îsal diyar kir ku zebeşên vê deverê gelek xweş in û got: “Zebeşên îsal ên devera Çemeyê pir xweşik û baş in, bê derman in û kalitiya wan di asta herî bilind de ye. Em niha mijûlî komkirina wan in û wan dişînin sûkên navxweyî û parêzgehên jêrî û naverastên Iraqê.”

Ji ber dûrketina ji dermanên kîmyayî, îsal daxwaziyeka pir mezin a bazirganan li ser zebeşên vê deverê heye; ji ber ku bi qebareyekî navincî, navsor û tamşirîn gihîştine.

Bazirgan: Xelk ji vî berhemî razî ye

Bazirgan Bîlal Eta, ku ji bo kirîna vî berhemî hatiye deverê, dibêje: “Em nêzîkî 20-25 kesan rojan e li vê derê ne û em kar dikin. Ev zebeş pir baş, xweşik û bê derman in. Ev berhem bo Silêmanî, Hewlêr û deverê jêrî û naverastên Iraqê diçe. Xelk ji van zebeşan pir razî ye û ti arêşeyek jê re nîne.”

Hevdem, bazirganê bi navê Rastî Selahedîn jî da zanîn ku barên wan bo her derekê diçin û got: “Em barên zebeşan bo Hewlêr, Mûsil, Dihok, Silêmanî û heta Besrayê jî li jêriya Iraqê dişînin. Zebeşên îsal nimre yek in û pir xweşik in.”

Pêşbîniya 20 hezar tonên berhem tê kirin

Li gorî amarên Rêveberiya Çandiniyê ya Berdereşê, îsal li sînorê wê qazayê zebeş li nêzîkî 3500 donimên zeviyan hatibûn çandin. Berpirsên çandiniyê pêşbînî dikin ku berhemê îsal bigihîje zêdetir ji 20 hezar tonan û niha bazara firotina wan gelek germ e.

Ji ber ku zebeşên vê deverê îsal bi kalitiyeka bilind gihîştine, daxwaziyeka zêde li ser wan heye. Her li vê derê di nav zeviyan de rasterast li timbêlan tên barkirin û bo hemî parêzgehên Herêma Kurdistanê û Iraqê tên şandin.