Hûsiyan bi mûşekên balîstîk êrîşî Erebistana Siûdî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Bergiriyê ya Erebistana Siûdî ragihand, ew rûbirûyê êrîşeke bi mûşekên balîstîk bûne ku ji aliyê Hûsiyan ve hatibûn avêtin. 

Wezareta Bergiriyê ya Erebistana Siûdî îro 13’ê Tîrmeha 2026’an di daxuyaniyekê de aşkere kir, wan çend moşekên balîstîk ên Hûsiyan li asmanê herêmên başûrê welêt jinav birine.

Ev êrîş piştî daxuyaniyên tund ên koma Hûsiyan pêk hatin. Berdevkê serbazî yê Hûsiyan ragihand, Erebistana Siûdî êrîşî Firokxaneya Navdewletî ya Senayê kiriye û bi vê yekê "qonaxa kêmkirina aloziyê" bi temamî bi dawî bûye.

Kanalê "El-Mesîre" yê ser bi Hûsiyan ve jî ragihand, firokeyên şer ên Siûdiyê zincîreyek êrîşên asmanî birine ser firokxaneya Senayê. Hûsiyan hişyarî dan ku "bersiva wan di rê de ye."

Di heman demê de, Wezîrê Bergiriyê yê hikûmeta fermî ya Yemanê tometên giran arasteyî Tehranê kirin. Wezîrê Yemanî ragihand, firokeyên Îranê sînorên asmanî yên welatê wan binpê dikin û piştevaniya Hûsiyan dikin.

Wezîrê Bergiriyê yê Yemanê got: "Êdî sebra hikûmeta me li hemberî binpêkirinên asmanî yên firokeyên Îranî nemaye. Hêzên me dê bi hemû amûrên di destê xwe de rûbirûyê firokeyên dijminkar bibin û bersiva me dê pir tund be."