Bi fermana Mesrûr Barzanî du projeyên mezin ên çandî li Hewlêrê tên cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Hewlêrê ragihand, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, gavan ji bo cîbicîkirina du projeyên mezin ên çandî û hunerî dest pê kirine. Di nav projeyan de mezintirîn galeriya hunerî ya navçeyê heye.

Li paytext Hewlêrê, bi armanca geşepêdana kerta çandî û hunerî, karên avakirina du projeyên stratejîk ketin warê cibicîkirinê. Ev proje li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tên pêkanîn û her du jî di nav Parka Şehîd Samî Ebdulrehman de cih digirin.

Şandeyeke bilind a hikûmetê ku ji Rêveberê Ofîsa Serokwezîr Şeban Çalî, Wezîrê Şaredariyan Sasan Ewnî, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Alîkarê Wezîrê Çandê Aryan Selahedîn pêk dihat, îro 13ê Tîrmehê serdana qada projeyan kir, daku ji nêz ve çavdêriya qonaxên kar bikin.

Projeya yekem, avakirina galeriya hunerî ya herî mezin a li ser asta navçeyê ye. Ev proje bi budçeya 3 milyar û 55 mîlyon dînaran ji aliyê Parêzgariya Hewlêrê ve tê fînansekirin. Tê pêşbînîkirin ku ev galerî bibe navendeke cîhanî ji bo pêşandana berhem û dahênana hunermendan.

Projeya duyem, avakirina muzexaneyeke nûjen û hemdem a ji bo Jenosîda Enfalê ye. Ev muzexane di qonaxên xwe yên dawî de ye û wekî nasnameyeke çandî, mirovî û dîrokî tê pênasekirin. Armanca muzexaneyê ew e ku bibe belgeyeke zindî ji bo naskirina tawanên li dijî gelê Kurd hatine kirin û parastina bîra şehîdan ji bo nifşên pêşerojê.

Rayedarên ku serdana projeyan kirin, teqezî li ser wê yekê kirin ku divê her du proje di dema xwe ya diyarkirî de, bi kalîteyeke bilind û li gorî pîvanên navneteweyî bên temamkirin.