CENTCOM: Îro dest bi cibicîkirina dorpêça deryayî li ser Îranê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, ji îro pê ve dorpêça deryayî ya li ser Îranê dest pê dike. Amerîka xwe wekî "Pasewanê Tengava Hurmizê" ragihand û baceke ji sedî 20 li ser derbasbûna keştiyan ferz kir.

CENTCOMê îro 13’ê Tîrmeha 2026’an ragihand, wan dest bi cîbicîkirina dorpêça deryayî ya li ser Îranê kiriye. Li gorî nûçeya rojnameya "New York Times", berdevkê CENTCOM’ê diyar kiriye ku ew niha hûrguliyên dawî yên operasyonê û hevahengiyên pêwîst temam dikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser platforma xwe ya "Truth Social" da zanîn, Tengava Hurmizê dê ji bo bazirganiya cîhanê vekirî bimîne, lê keştiyên Îranê û kiryarên wan êdî nikarin di wir re derbas bibin. Trump aşkere kir ku Amerîkayê biryara "dorpêça deryayî" daye da ku rê li hatin û çûna keştiyên Îranî bê girtin.

Trump destnîşan kir, welatên din dikarin bi awayekî azad tengavê bikar bînin, lê êdî Amerîka bi fermî wekî "Pasewanê Tengava Hurmizê" kar dike.

Di çarçoveya vê biryara nû de, Trump ragihand ku ji bo qerebûkirina lêçûnên parastin û ewlehiyê ya ku Amerîka girtiye ser milê xwe, dê baceke ji sedî 20 li ser hemû kelûpel û barên ku di tengavê re derbas dibin bê sepandin. Ev gav wekî zexteke herî mezin a li ser kerta enerjiyê ya Îranê û werçerxaneke mîna dîrokî ya di bazirganiya navneteweyî de tê nirxandin.

Li aliyê din, Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê Husên Muhibî li ser hesabê xwe yê torên civakî bersiva Washingtonê da. Muhibî diyar kir ku Amerîka bi vê biryarê ewlehiya dabînkirina enerjiyê ya cîhanê bi awayekî cidî dixe metrsiyê û got: "Divê Washington berpirsiyariya hemû lîketeyên vê gavê hilde ser milê xwe."

Pêvajoya pêkanîna vê biryarê û şandina hêzên zêde yên Amerîkayê bo herêmê demildest dest pê kiriye û ev yek herêmê ber bi qonaxeke nû ya girjiyan ve dibe.