Tehran: Me pabendiya xwe bi Yadaştnameya Îslamabadê ya ligel Amerîkayê rawestand

Navenda Nûçeyan (K24) – Tehranê ragihand, ji ber êrîşên Washingtonê, ew êdî pabendî "Yadaştnameya Îslamabadê" nabin û artêşa wan di rewşa amadebaşiyê de ye.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê yê ji bo Karûbarên Yasayî, Kazem Xerîbabadî îro 18ê Tîrmeha 2026an ragihand, Îran êdî xwe bi wê peymana ku berê bi Amerîkayê re hatibû îmzekirin ve girêdayî nabîne.

Xerîbabadî di daxuyaniya xwe de got: "Amerîkayê bi kiryarên xwe yên leşkerî, hemû sozên xwe yên di çarçoveya Yadaştnameya Îslamabadê de binpê kirine. Ji ber wê, me jî hemû pabendiyên xwe rawestandin û niha em mijûlî parastina xaka welatê xwe ne."

Xerîbabadî li ser pirseke derbarê hebûna têkiliyan a ji bo destpêkirina danûstandinan, bal kişand ser helwesta Amerîkayê û wiha axivî: "Em di nava danûstandinan de bûn, lê mixabin Amerîkiyan serî li êrîşê da. Bersiva me ji bo wan zelal û yekgirtî ye: Parastina welat bi hemû hêzê."

Her wiha Xerîbabadi destnîşan kir ku heke Amerîka aqilmend be, divê ji bilî bijardeya leşkerî û şer rêyeke din hilbijêre, ji ber ku bi gotina wî "ev rêya leşkerî ti encaman nade."

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê diyar kir: "Heta niha Amerîkayê bersiva kiryarên xwe girtiye, lê wek me berê jî gotiye, her hewldaneke nû wê bihayekî pir giran ji bo wan hebe. Di vê qonaxê de tenê rêyek li ber me heye; ew jî parastina serweriya welat û dersdayîna kesên ku êrîşî binesaziya me dikin e."