CENTCOM: Di êrîşên Îranê de 2 serbazên Amerîkî li Urdinê hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, di êrîşên mûşekî û dironî yên Îranê de li ser xaka Urdinê, 2 serbazên wan hatine kuştin û serbazek jî winda ye.
CENTCOMê îro 18ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê aşkere kir, hêzên wan û hevpeymanên wan duh li Urdinê rûbirûyî pêleke dijwar a mûşekên balîstîk û dronên Îranê bûne.
Li gorî daxuyaniyê, di dema rûbirûbûna êrîşan de, 2 serbazên Amerîkî hatine kuştin, serbazek winda bûye û 4 serbaz birîndar jî bûne. Herwiha diyar kir jî rewşa birîndaran baş e û ji nexweşxaneyê derketine.
CENTCOMê amaje bi wê yekê kir ku ji ber rêzgirtina li malbatên qurbaniyan, nasnameya serbazan heta 24 saetan nayê aşkerekirin.
Ji aliyê din ve, Supaya Pasdaran a Îranê berpirsiyariya êrîşan girt ser xwe û ragihand ku ev operasyon wekî bersivdayîna êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê hatiye kirin.
Supaya Pasdaran da zanîn jî, di êrîşê de "firokeyên şer û tankêrên sotemeniyê" yên Amerîkayê hatine têkbirin û ziyanên mezin gihandine binesaziya leşkerî ya Amerîkayê ya li Urdinê.