Parêzgarê Hewlêrê: Kargeh dê li gorî pêvanên jîngehê kar bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca parastina jîngeha paytextê, li parêzgeha Hewlêrê pêngavên ji bo birêkxistina kargehan dest pê kirin. Ji bo vê mebestê komîteyeke taybet hatiye avakirin da ku karûbarên kargehan li gorî pîverên nûjen werin birêvebirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya parastina jîngeha Hewlêrê de, dest bi pêngaveke berfireh ji bo rêkxistina kargehan kir. Di vê qonaxa nû de, çavdêriya li ser kargehan tê tundkirin û mekanîzmayên nûjen têne xebitandin.

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw ji Kurdistan24ê re ragihand, komîteya taybet bi hevahengiya rêveberiyên giştî yên şaredariyan, çandinî, tenduristî, pêşxistina pîşesazî û jîngehê hatiye avakirin. Xoşnaw diyar kir ku ew ê bi lez pêngavên pêwîst ji bo rêkxistina karûbarên kargehan bavêjin.

Parêzgarê Hewlêrê destnîşan kir, giringiyeke taybet tê dayîn bo wan kargehên ku li dervayî herêmên pîşesazî yên fermî hatine avakirin. Divê ev kargeh bi tevahî li gorî şert û mercên jîngehparêziyê kar bikin. Saziya parêzgehê hemû aliyên pêwendîdar erkdar kirine ku mekanîzmayeke guncayî û nûjen amade bikin, da ku karê kargehan li ser bingeha yasa û rênimayan were rêkxistin.

Li gorî amarên fermî, li parêzgeha Hewlêrê zêdetirî 4000 kargehên bi molet hene. Ev kargeh di sektorên cuda yên wekî pîşesazî, avahîsazî, petrol û kanza, xurek û kîmyewî de dixebitin. Piraniya kargehên mezin li ser rêyên sereke yên wekî "Hewlêr - Guwêr, Hewlêr - Kerkûk û Hewlêr - Mûsil" hatine avakirin, ku biryar e hemû bi hûrî werin rêkxistin û kontrolkirin.