Kabîneya Nehem sektora avê li Herêma Kurdistanê vejandiye
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi cîbicîkirina dehan projeyên stratejîk, berhemanîna ava paqij rojane zêdetirî milyonek metre sêcar zêde kir û pêngavên kirdarî ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmaviyê avêtin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê xebatên xwe yên ji bo baştirkirina sektora avê û rûbirûbûna hişkesaliyê zêde kirine. Li gorî amarên dawî, niha li seranserî Herêma Kurdistanê rojane milyonek û 197 hezar metre sêcar ava paqij tê berhemanîn, ku ev yek wekî pêngaveke stratejîk ji bo dabînkirina asayîşa avê tê dîtin.
Hewlêr: Projeyên stratejîk û torên berfireh
Yek ji pêngavên herî giring, Projeya Firyadguzarî ya Bilez a Hewlêrê ye ku bi lêçûna 720 milyar dînaran tê avakirin. Ev proje bi tena serê xwe dikare rojane 480 hezar metre sêcar ava paqij berhema bîne. Herwiha projeya tora ava Hewlêrê bi dirêjahiya 411 kîlometre û bi lêçûna 25 milyar dînaran di qonaxa cîbicîkirinê de ye.
Her wiha projeya ava Quştepeyê bi 222 milyar dînaran û projeya Bardereşê bi 428 milyar dînaran di qonaxa cîbicîkirinê de ne."
Silêmanî û Raperîn: Proje bilez berdewam dikin
Li parêzgeha Silêmaniyê û devera Raperînê jî xebatên giring hene:
- Projeya Dukan-Silêmanî 3: Bi budçeya 551 milyar dînaran dest pê kiriye.
- Goptepe-Çemçemal: %37ê projeyê temam bûye û lêçûna wê 101 milyar dînar e.
- Derbendîxan: %75ê projeyê bi dawî bûye û 25 milyar dînar jê re hatine veqetandin.
- Ranya – Çiwarqurne-Hacîawa: %70yê karên wê temam bûne û budçeya wê 36.7 milyar dînar e.
Dihok û Akrê: Veberhênanên mezin
Li sînorê parêzgeha Dihokê jî projeyên nûjen tên avakirin:
- Akrê: %67ê karên projeya avê bidawî bûne.
- Fayde – Dihok: Bi lêçûna 50 milyar dînaran tê çêkirin.
- Berdereş: Projeyeke mezin bi budçeya 428 milyar dînaran di qonaxa cîbicîkirinê de ye.
Parastina jîngehê û çareserkirina ava giran
Hikûmetê ji bo parastina jîngehê û dubare bikaranîna avê, projeyên çareserkirina ava giran daye destpêkirin. Ev proje di du qonaxan de bi 779 milyon dolaran tê encamdan.
Armanc ew e ku ava parzûnkirî di sektorên çandinî û pîşesaziyê de were bikaranîna, da ku zexta li ser çavkaniyên xwezayî kêm bibe.
Ji ber hişkesaliya salên borî û daketina asta ava bin erdê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê stratejiya xwe guhertiye. Niha li şûna bîran, giringiyê dide ava ser erdê (çem û bendavan). Avakirina bendavên nû û projeyên stratejîk ên ava vexwarinê, armanc dikin ku ava bin erdê wekî "yedek" ji bo nifşên paşerojê were parastin û asayîşa avê ya Herêmê were mîsogerkirin.