Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeyeke mezin a avê ji bo 53 gundan vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya xebatên hikûmetê yên ji bo nûjenkirina binesaziya avê de, projeyeke mezin a ava vexwarinê ku 53 gundên sînorê Mergasor, Akrê û Xelîfanê lixwe digire, vekir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Tîrmeha 2026an projeyeke stratejîk a ava vexwarinê bi fermî da destpêkirin. Ev proje bi mebesta dabînkirina xizmetguzariyên herî baş ji bo welatiyên herêmê û çareserkirina pirsgirêkên kêmasiya avê hatiye cîbicîkirin.

Çavkaniya ava vê projeyê li gundê Balindayê yê ser bi navçeya Mergasorê ve ye. Li wir westgeheke nûjen a parzûnkirin û paqijkirina avê hatiye avakirin ku di her saetekê de dikare 1200 metre sêcar avê berhem bîne. Tê payîn ku bi vî rengî ava vexwarinê ya paqij ji bo 35 hezar welatiyên li her sê qezayên Mergasor, Akrê û Xelîfanê were dabînkirin.

Hûrguliyên teknîkî yên projeyê nîşan didin ku binesaziyeke gelekî xurt hatiye amadekirin; proje ji 3 westgehên sereke yên pampkirinê, 24 pampên mezin û 70 depoyên komkirina avê yên bi qebareyên ji 100 heta 8000 metre sêcar pêk tê. Herwiha bi 220 kîlometre xetên sereke û 320 kîlometre torên navxweyî ve, dirêjahiya tevahî ya tora projeyê digihîje 540 kîlometreyan.

Vekirina vê projeyê ne tenê ji bo ava vexwarinê ye, lê di heman demê de dê bandoreke rasterast li ser jiyana aborî ya herêmê bike. Peydabûna avê dê zemîneyeke guncav biafirîne da ku welatî zêdetir giringiyê bidin sektorên çandinî û ajaldariyê.