Li Batmanê berpirsekî AK Partiyê û du kesên din hatin kuştin

Mihemed Dîrek
Mihemed Dîrek

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama rûdaneke teqekirinê de li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê, endamê serkirdetiya şaxa navxweyî ya Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) Mihemed Dîrek û kur û biraziyekê wî hatin kuştin.

Li gorî nûçeya rojnameya "Cumhuriyet"ê ya Tirkî, ew êrîş li Goristana Şaredariyê ya li taxa Gonêkêntê ya bajarê Batmanê rû daye. Çend kesên nenas gule li Mihemed Dîrek, kurê wî Ercan û biraziyê wî Bekir reşandine û di encamê de wan her sêyan li cihê wê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Piştî wê rûdanê, hêzên polîsan dorpêçeke ewlehiyê danî ser navçeyê û hatin û çûn li wê goristanê sînordar kirin, hevdem lêkolînên berfireh ji bo aşkerekirina sedema vê tawanê û destnîşankirina nasnameya bikeran hatine destpêkirin.

Ji bo girtina tometbarên ku ji cihê wê tawanê reviyane, Polîsên Tirkiyeyê operasyonên geriyan û şopandinê berdewam dikin; ew jî bi rêya bikaranîna tomarên kamerayên çavdêriyê û şopandina rêya revîna wan tê kirin.