Sezgîn Tanrikulu dest ji CHPê vekişand û beşdarî Partiya Nû bû
Diyarbekir (K24) – Parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikulu jî dest ji CHPê vekişand û beşdarî Partiya Nû (Yeni Parti) bû.
Sezgîn Tanrikulu bi daxuyaniyeke vîdeoyî ragihand, bi awayekî nehiqûqî destwerdan li CHPê hat kirin û di nava van 2 mehan de jî kesên li dijî biryara nehiqûqî derketine hemû rêbazên siyasî û hiqûqî bikar anîn, lê encamek bi dest nexistine û ji ber wê jî biryar dane bi Partiya Nû xebatên xwe yên siyasî bidomînin.
Sezgîn Tanrikulu ji alîgirên xwe xwast ku piştgiriya Partiya Nû bikin û bibin endamê wê.
Tanrikulu di navbera 2002-2008an de, Serokatiya Baroya Diyarbekirê kiriye.
Sezgîn Tanrikulu di sala 2010ê de bûbû endamê CHPê û di sala 2011an de ji Stenbolê wek parlementerê CHPê hat hilbijartin û 4 caran ji Stenbolê û carekê jî ji Diyarbekirê bûbû Parlementerê CHPê ku 15 sal in parlementerê CHPê ye.
Sezgîn Tanrikulu di hilbijartina parlementoyê ya 2023an de, ji Diyarbekirê bûbû parlementerê CHPê û bi vê yekê jî piştî 21 salan CHPê karîbû ji Diyarbekirê parlementerekî bi dest bixe.