Dihok: Di parastina çanda kurdewarî de jin li pêşiya mêran in

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Dihokê parastina çanda kurdewarî bi xurtî berdewam e, bi taybetî ji aliyê jin û keçan ve ku ew lixwekirina kincên kurdî wekî kincên serekî yên rojane diparêzin. Perokfiroş û dirwarkerên parêzgeha Dihokê tekez dikin ku salên dawiyê demên zêrîn ên vegera ber bi çandê ve ne û rola jinan di vê yekê de li pêş e.

Li sûkên Dihokê, hewcedariya zêde ya jin û keçan ji bo kincên kurdî bandoreka mezin li ser tevgera bazarê kiriye. Hebûna bi dehan şêwaz û staylên nû û kevn, ligel guhertin û cihêrengiya reng û cûnên qumaşan ku ji welatên cuda cuda tên hawirdekirin, wisa kiriye ku lixwekirina van kincan di nav jinan de sal bi sal zêdetir bibe.

Diyar Mihemed, ku perokfiroş e, di derheqa vê  mijarê de ji K24ê re ragehand: "Kincên kurdî ji bo jin û keçan pir sivik û rehet in, ji ber wê yekê bûne kincên serekî yên rojane bo gelek ji wan. Bi taybetî di vê dawiyê de, ev kinc ji aliyê jinan ve gelek zêdetir ji mêran tên bikaranîn."

Lixwekirina kincên kurdî di nav mêran de

Li aliyê din, her çend e sûkên dirûna kincên kurdî yên mêran ji bo hemî jiyan bi staylên cuda tije bin û rojane ciwan û kesên biemir berê xwe bidin wan sûkan jî, lê asta lixwekirina wan negehiştiye asta jinan.

Mustefa Azad, ku dirwarker e, li ser daxwaza mêran dibêje: "Li salên dawiyê, bi taybetî ciwanan berê xwe daye lixwekirina kincên kurdî û staylên cuda daxwaz dikin. Lê, heta niha jî mêr di warê lixwekirina rojane û parastina vê çandê de negehiştine asta jinên kurd."

Dihok: Paytexta parastina erf û edetan

Parêzgeha Dihokê di warê parastina çand û zimanê kurdî de her dem roleka serekî û berçav lîstiye. Heta niha jî gelek ji erf û edetên kevn ên kurdewarî li vê deverê zindî mane. Ev serkeftin jî bo lidarxistina hejmareka zêde ya festîval, çalakî û bizavên çandî vedigere, ku bi merema zindîhêlana çanda kurdî li deverê tên lidarxistin.