Neîm Qasim: Ji bo hevdîtina bi serkirdayetiya nû ya Sûriyeyê re ti astengî tune ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê Neîm Qasim ragihand, ew amade ne bi serkirdayetiya nû ya Sûriyeyê re bicivin. Ev yek wekî yekem helwesta fermî ya Hizbullahê ya li hemberî desthilata nû ya li Şamê tê hejmartin.
Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim, îro 4ê Tebaxa 2026an di gotarekê de ku bi helkefta Çileyê Îmam Husên pêşkêş kir, behsa peywendiyên bi Sûriyeyê re û danûstandinên bi Îsraîlê re kir.
Neîm Qasim diyar kir, di navbera wan û serkirdayetiya nû ya Sûriyeyê de ti rûbirûbûnek nîne û got: "Ji bo civîneke eşkere ya di navbera Hizbullah û serkirdayetiya Sûriyeyê de ti astengî nîn in. Dema ku her du alî guncan bibînin, ev hevdîtin dikare pêk were." Qasim tekezî li ser giringiya peywendiyên "birayane, erênî û hevkarane" yên di navbera Libnan û Sûriyeyê de kir.
Hizbullaha Libnanê ji sala 2011an û vir ve di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de bi awayekî çalak, piştgiriya serokê reviyayî Beşar Esaed dikir. Di serdema Esed de, Sûriye wekî korîdoreke giring a şandina çekên Îranê ji bo Hizbullahê dihat bikaranîn.
Sekreterê Hizbullahê di beşeke din a axaftina xwe de, êrîşî danûstandinên rasterast yên di navbera Libnan û Îsraîlê de kir ku tê payîn îro li Romayê dest pê bikin. Qasim got: "Danûstandinên rasterast yên bi Îsraîlê re, ji bo Libnanê ji bilî serşûrî, zelîlkirin û bêhêvîtiyê ti tiştekî din nayîne."
Neîm Qasim herwiha rexne li Serokkomarê Libnanê Jozêf Aoun girt û ew tawanbar kir ku wekî navbeynkar tevnegeriyaye. Qasim got: "Serokkomar wekî navbeynkar û komkerê aliyan tevnegeriya, berûvajî vê yekê bûye alîgir û dabeşker; ev yek bi ti awayî bi rol û pêgeha bihêz a Libnanê re nagunce."
Ev daxuyaniyên Neîm Qasim nîşan didin ku Hizbullah hewl dide xwe bi guhertinên siyasî yên li Sûriyeyê re biguncîne, lê di heman demê de li dijî nêzîkbûna Libnan û Îsraîlê helwesteke tund diparêze.