Fraksiyona AK Partiyê li ser projeqanûna proseya aştiyê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e sibe Çarşemê Fraksiyona AK Partiyê li Parlamana Tirkiyeyê li ser projeqanûna proseya aştiyê civîneke taybet û neçarî bike, bi merema pêşkêşkirina hûrgiliyên qanûnê û îmzekirina wê ji aliyê tevahiya parlamenteran ve.

Biryar e ku Fraksiyona Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) li Parlamentoa Tirkiyeyê sibe (Çarşem, 5ê Tebaxa 2026ê) li ser projeqanûna proseya aştiyê civîneke taybet bike û zanyarên berfireh pêşkêşî parlamenteran bike.

Serokê Fraksiyona AK Partiyê Abdullah Guler ragihand ku tevlîbûna di civîna sibe ya fraksiyona wan de neçarî (îlzamî) ye û biryar hatine dan ku hemî parlamenterên AK Partiyê wê projeqanûnê îmze bikin.

Ji aliyekî din ve, Berpirsê Şanda AK Partiyê Abdulhamit Gul piştî serdankirina fraksiyonên partiyên siyasî yên din ên parlamentoyê ragihand ku sibe Çarşemê ew projeqanûn dê ji bo Komîsyona Dadê ya Parlamentoyê bê şandin.