Dijwar Fayeq bo Parêzgarê Kerkûkê: Daxuyaniya te şaşiyeke stratejî ye û madeya 140ê zindî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Lijneya Bicihanîna Madeya 140ê de li Bexdayê bersiva daxuyaniyên Parêzgarê Kerkûkê da û ragihand: "Axaftina te şaşiyeke stratejî ye û madeya 140ê madeyeke destûrî ye, ji bo çareserkirina pirsgirêka erebîkirinê û veguhastina bi darê zorê. Ez baş dibînim ku cenabê te wê nivîsara ku ji bo parêzgeha te hatiye şandin bi cih bîne, da ku erdan ji bo veguhastiyan dabîn bikî."

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Lijneya Bicihanîna Madeya 140ê de li Bexdayê Dijwar Fayeq îro (Pêncşem, 6ê Tebaxa 2026ê) di gotarekê de li ser tora civakî ya  Facebookê bersiva daxuyaniyên Parêzgarê niha yê Kerkûkê Mihemed Seman ên li ser pişka Eniya Turkmanî da.

Dijwar Fayeq nivîsiye: "Bersiveke rastîn ji bo rêzdar Parêzgarê Kerkûkê; bi mixabinî ve cenabê te kerem kir ku hebûna madeya 140ê şaşiyeke stratejî ya dewleta Iraqê ye, bibore, axaftina te bi xwe 'şaşiyeke stratejî ye'. Madeya 140ê madeyeke destûrî ye ji bo çareserkirina pirsgirêka erebîkirinê û veguhastina bi darê zorê; ev made rêçareser e û tenê ji bo Kurdan nîne, belku ji bo hemî pêkhateyan e li seranserê Iraqê. Ew madeya zindî ye û dê her bimîne û kar pê tê kirin heta ku destûrê Iraqê bimîne. Dadgeha Îtîhadî jî ev rastî îsbat kiriye."

Navborî di gotara xwe de herwesa ji Parêzgarê Kerkûkê re nivîsî: "Her ji bo agahdariya te, Lijneya Bicihanîna Madeya 140ê li Bexdayê li ser xebatên xwe berdewam e û nûnerên Turkman, Ereb û Kurdên Kerkûkê tê de hene; baregeha nivîsîngeha madeya 140ê li Kerkûkê di avahiya kevn a Parêzgeha Kerkûkê de ye."

Dijwar Fayeq daxwazê jî ji Parêzgarê Kerkûkê dike ku naveroka wê nivîsarê bi cih bîne ya ku ji bo parêzgeha Kerkûkê û parêzgehên din yên Iraqê hatiye şandin, ji bo dabînkirina erdên akincîbûnê ji bo veguhastiyan û dibêje: "Ez baş dibînim ku cenabê te wê nivîsarê bi cih bîne."

Ew tîne bîra Parêzgarê Kerkûkê û diyar dike: "Her ji bo zanîna te, bi bizav û xebata cenabê Serok Barzanî û rehmetî Mam Celal Talebanî, 63% ya xelkê Kerkûkê bi 'Erê' deng da destûrê ku pareke zêde ya Turkmanan jî bi 'Erê' deng da, ji ber ku mafên wan jî di destûrê Iraqê de hatine bicihanîn û birayên Turkman jî feyde ji madeya 140ê wergirtiye."

Herwesa  dibêje: "Gelek mafên birayên Turkman di Destûrê Iraqê de hene, her ew destûr e yê ku rê daye Eniya Turkmanî ku karê siyasî bikin û bingeh û ragihandina wan hebe; êdî çawa cenabê te wekî Serokê Eniya Turkmanî û Parêzgarê Kerkûkê dibêje: "Em li dijî destûrê rawestiyane?"

Dijwar Fayeq ji Mihemed Seman re dibêje: "Baş e eger hûn wesa difikirin ku Kerkûk ne Kurdistanî ye, Kurd ne piranî ne û madeya 140ê şaşiyeke stratejî ya hikûmeta Iraqê ye, êdî bo çi di proseya serjimêriya giştî û tomarkirina amaran a Iraqê de we daxwaz dikir ku nabe netewe bê nivîsandin? Ji ber ku we baş dizanî ku eger netewe bê nivîsandin dê derkeve holê ku Kerkûk bi Kurd e."

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Lijneya Bicihanîna Madeya 140ê de di pareke din a gotara xwe de hejmareka belgeyên berî 150 salan jî anîne ziman, ku Kurdistanîbûna Kerkûkê îsbat dikin:

- Tomara 1957ê îsbat dike: Em dibêjin Kerkûk Kurdistanî ye û piraniya xelkê wê Kurd in; bajarê pêkevjiyan û biratiyê ye, bajarê lêborînê ye û birayên Ereb, Turkman, Kildanî û Aşûrî di vî bajarî de hevparên me ne. Belê bi belgeya rûpela 3846ê ya "Qamûs Î'lam"ê di nivîsîna dîroknas Şemsedîn Samî Feraşerî de ku di salên 1889 heta 1898ê de derketine, Kurdistanîbûna Kerkûkê hatiye îsbatkirin û diyar kiriye ku sê li ser çarê ji xelkê resen ê bajarî Kurd in.

- Belgeya Almanyayê ya sala 1875ê: Kompaniyeke Almanyayê di sala 1873ê de, ku erka wê kişandina xeta trênê ji Bexdayê bo Berlînê bûye, behsa Kerkûkê kiriye û diyar kiriye ku piraniya şêniyên Kerkûkê Kurd in. Ev raport niha jî di arşîva Navenda Ewropayê de li Berlînê parastî ye.

- Nûnerê Brîtanyaya Mezin di Komeleya Neteweyan de gotibû: "Bi şertekî em Kerkûkê dixin ser Iraqê, ku destkarî di dîmografyayê de neyê kirin."

- Arşîva Hikûmeta Melekî ya Iraqê: Di mijara cografyayê de ji bo polên navendî û xaneya mamostayên behsa Kerkûkê hatiye kirin, ku piraniya xelkê wê Kurd in.

- Parlementoya Iraqê: Di gera yekê ya Parlementoya Iraqê de heta sala 1958ê, ew kesên ku bûne Nûnerên Kerkûkê di parlementoyê de, 87% ji wan Kurd bûn.

- Tomara 1957ê: Dataya fermî ya dewleta Iraqê nîşan daye ku piraniya şêniyên Kerkûkê Kurd in.

- Hilbijartinên piştî 1961ê: Tevî veguhastin û erebîkirinê ji sala 1961ê û pê de, di hemî hilbijartinan de Kurd li Kerkûkê li rêza yekê ne û di her du hilbijartinên 2023 û 2025ê de rêjeya Kurdan bi tenê 43% heta 44% bûye, tevî ku pareke mezin a Kurdan ji ber sedemên siyasî û lojîstîkî tevlî hilbijartinan nebûne.