Mesrûr Barzanî bihêzkirina peywendiyên dualî yên Hewlêr û Pekînê tekez dike

Mesrûr Barzanî û Liu Jun
Mesrûr Barzanî û Liu Jun

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê kir, bi helkefta bidawîhatina erkê wî yê dîplomatî; di wê dîtinê de Konsulê Çînê Herêma Kurdistanê wekî "mala xwe ya duyê" bi nav kir û pesna peywendiyên dualî kir, Serokwezîr jî tekez li ser girîngiya zêdetir pêşxistina hevahengiya navbera Hewlêr û Pekînê kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandinek belav kir û tê de amaje da ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê, 21ê Îlona 2026ê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê Liu Jun kir, bi helkefta bidawîhatina erkê wî yê dîplomatî li Herêma Kurdistanê.

Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê spasiya mêvandarî û dostîniya xelkê Kurdistanê kir û got: “Ezmûna min li Herêma Kurdistanê ji bîr nabe û Kurdistan mala min a duyê ye.”

Liu Jun herwiha behsa bername û çalakiyên xwe li Herêma Kurdistanê yên di warên pêşxistina peywendiyan di navbera zanîngehên Çîn û Herêma Kurdistanê de, pêşxistina pîşesaziya timbêlên Çînî û karkirin bo çêkirina avahiya nû ya Konsulxaneya Çînê li Hewlêrê jî kir.

Tevî tekezkirina li ser girîngiya zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Çînê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Çînê kir û hêviya serkeftinê di karê wî yê paşerojê de bo wî xwest.